Ji kurê xwe yê bi mehane di hucreyê de agahî nagire! 2018-09-19 11:36:12   RIHA - Bavê Îsmet Karak ê ewil cezayê hucreyê danê û dûre jî cezayê qedexeya telefonê li wî birîn Muslum Karak, diyar kir ku ev 6 mehin kurê xwe ne dîtiye û got: “Derbarê jiyana kurê min de fikarên min hene. Ez banga hestiyariyê li raya giştî dikim ku bi hestiyarî tevbigerin.”   Bavê Îsmet Karak ê ji 18’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa T a Erzîncanê di hucreyê de tê girtin Muslum Karak, diyar kir ku derbarê tenduristiya kurê xwe de fikaran dijî û xwest demildest wî bixin qawîşa hevalên wî.    EWIL HUCRE DÛE QEDEXEYA TELEFONÊ    Girtiyê 36 salî Îsmet Karak di sala 2013’an de bi îdîaya “Endamtiya PKK’ê” hat binçavkirin û cezayê girtîgeha muebeta giran lê birîn. Bavê Îsmett Karak Muslum Karak, anî ziman ku herî dawî di 18’ê Adarê de çû hevdîtina kurê xwe û wiha axivî: “Cezayê hucreyê dabûn kurê min. Ev 4 mehin jî cezayê qedexeya telefonê dane wî û em dengê nabihîsin. Bi tu awayî em agahî jê nagirin.”     BANG LI ÎHD'Ê KIR    Karak, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku kurê min li dijî hejara li ser piyan li ber xwe dida cezayê hucreyê dan wî. Min herî dawî di hefteya yekemîn a meha Hezîranê de dengê kurê xwe bihîst. Ez bang  li ÎHD’ê dikim. Min serî li ÎHD yên Erzîncan, Erzirom û Riha dan. Lê min heya niha tu encam bi dest nexistiye.”    Karak, da zanîn ku ew di serî ÎHD’ê bang li hemû rêxistinên sazî û dezgên sivîl dike ku bi hestiyarî tevbigerin.