Demîr: Ji bo rojên xweş, divê tecrîdkirin bi dawî bibe 2018-09-19 10:32:25 STENBOL - Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr, diyar kir ku desthilatdarî bi tecrîta li ser Ocalan gelê Kurd ceza dike û got: “Ji bo derbaskirina pirsgirêkan, divê polîtîkayên şer bi dawî bibin û sozên rojên azad bên dayîn.”     Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên ‘rewşa xirab a hewayê’, ‘Keştî xirabe ye’ û ‘Rewşa Awarte’ destûr nade parêzer biçin Girtîgeha Îmraliyê û bi mûwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin. Di heman demê ji 5’ê Nîsana 2015’an ve destûr nayê dayîn Şandeya Îmraliyê û ji 11’ê Îlona 2016’an ve jî, malbat biçin Îmraliyê û hevdîtê pêk bînin. Hemû serlêdanên hevdîtinên heftane jî, bi hincetên cuda tên redkirin û astengkirin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Esengul Demîr, têkildarî tecrîta li ser Ocalan nirxandin kirin û wiha axivî: “Herî zêde gelê Kurd ji şerê bandor dibe. Lê ligel vê yekê jî tim daxwaza xwe ya aştiyê tîne ser ziman.”   Demîr, diyar kir ku Ocalan dibin tecrîtek giran deye û wiha got: “Ev sê sal û nive bi tu awayî têkiliyên Birêz Ocalan bi derve de çênebûye. Destûr nayê dayîn malbat û parêzer biçin hevdîtinê. Lê gelê kurd ew ji bo xwe weke rêber qebûl kiriye û Birîz Ocalan weke vîna xwe dibîne. A rastîn gel dîsan dixwaze, dewlet bi Ocalan re hevdîtinan bike. Ji bo tecrîta li ser Ocalan bi dawî bibe, li gelek qdan kampanya tên birêve birin. Ji bo bi dawî anîn şer û krîza aborî berî her tiştî divê tecrît rabe û ev girînge.”   ‘TIRKIYE HEWL DIDE POLÎTÎKAYÊN ŞER ZINDÎ BIGIRE’   Demîr, anî ziman ku ji bo li welat aştî pêş bikeve, divê hevdîtin bi Ocalan re bên kirin û wiha bilêv kir: “Di polîtîkayên AKP’ê rojeveke aştiyane tuneye. AKP ji bo kûrkirina krîzê polîtîkayan pêş dixe. Desthilatdar her ku diçe şer gûrtir dike. Mirov qetil dike û wan  ji ser cih û warên wan koç dike. Di şerê li Rojhilata Navîn de , Kurd û gelên Sûriyeyê dixwazin di çarçoveya vîna xwe de li ser cih û warên xwe bijin. Lê Tirkiye dinava  hewldana polîtîkayên şer zindî bigire deye. Ji ber vê bi hêzên navneteweyî re hevkariyê dike.”    ‘JI BER TECRÎTÊ PÊVAJOYEK QEYRANÊ TÊ JIYÎN’   Demîr, di dewama axaftina xwe de wiha rêz kir: “Di encama polîtîkayên tecrît û şer de, li Tirkiyeyê pêvajoyek qeyranê tê jiyîn. Desthilatdarî di şexsê Ocalan de gelê Kurd ceza dike. Desthilatdarî bi rehîn girtina Birêz Ocalan, hewl dide gelê Kurd teslîm bigire. Hemû kes jî dizanîn êdî polîtîkayên teslîm girtinê tu encaman nade. Di tecrîta 19 salan de bi dehan car ev yek ceribandin. Lê tu encam bi dest nexistin. Ev gel, gelekê polîtîke. Gelê xwedî vîna xwe derdikeveye. Ji ber vê daxwaza aştiyê dike û li dijî tecrîtê jî têdikoşe. Daxwaza aştiyê ne tenê ji bo rizgarkirina gelê kurd, di heman demê de ji bo pêşeroja hemû gelane.”   ‘ŞER XIZANTÎ Û FEQÎRTIYÊ BI XWE RE TÎNE’   Demîr, destnîşan kir ku pirsgirêkên civakî yên heyî, bandora xwe ji şer digirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şer tim xizantî, feqîrtî, talan û mirinê bi xwe re tîne Ji bo derbaskirina pirsgirêkan, divê polîtîkayên şer bi dawî bibin û sozên rojên azad bên dayîn.”   MA / Melîke Ceyhan - Necla Demîr