Êzidiyên ji kampê hatin derxistin rojên zor û zehmet dijîn 2018-09-19 09:52:40 MÊRDÎN - Êzidiyên piştî kampa Midyatê hat valekirin, ên ji ber “Ewlekariya canê xwe” nexwestin biçin kampên din, rojên zor  û zehmet  dijîn. Hin Êzidiyên di malên kavil de ji neçarî dijîn, ji ber bêkariya li bajêr kar nabînin û nikarin debara xwe bikin.  Piştî Midûryeta Giştî ya Îdareya Koçber a Wezareta Karê Hûndir, biryar da ku 5 kampên koçberan ên li Dîlok, Semsûr û Mêrdînê veguhesinin  kampên Hatay, Kîlîs, Riha û navçeyên wê Pirsûs û Serêkaniyê, kampa penaberên Êzidî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Midyadê jî hatibû valekirin. Êzidiyên li kampê ji ber ewlekariya canê xwe xwestibûn li navend û navçeyên Mêrdînê bi cih bibin û wan nebin kampên cuda. Êzidiyên li gelek cihên bajêr bi cih bûn rojên zor û zehmet dijîn.   KARÊ DURVEGER DIBÎNIN    3 malbatên Êzidî yên ji 16 kesan pêk tên, ên li navenda Mîdyadê bi cih bûn, rojên zor dijîn. Malbatên necar man ku di malekê kavil de bi cih bibin, her malbatek di odeyekê malê de dijîn û jiyana xwe didomînin. Malbatan bi hin eşyayên welatiyên derdorê dayîn wan, mala xwe raxistine û her yek ji wan encex bi durveger kar dibînin û dixebitin. Malbat li bajarê ku bêkarî pir zêdeye de, bi 60 TL’yên  di înşaetan de dixebitin qezenc dikin, debara xwe dikin. Malbatên rojên zor û giran dijîn, fikara pêşeroja xwe ji kûr de dijîn.    JI BO NEQLA GURÇIKÊ NEÇARE LI BENDA BI HEZARAN KES BIMÎNE!   Ligel van zorî û zehmetiyan, hin ferdên malbatê pirsgirêkên cîdî yên tenduristiyê dijîn. Xatî Enez Mahmood (Khaty Aanz Mahmood) a 51 salî yek ji pîrên malbatê ye. Ew jî mîna Êzidiyên din, ji Amedê anîn kampa Midyatê. Berî 2 salan gurçikekê Mahmood îflas kir û gurçika wê ya din jî berbi îflasê ve diçe. Mahmood a hefteyê 3 rojan li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê tedawiya diyalîzê dibîne, ji bo neqla gurçikê nizane dê çi demê dûr were wê. Mahmood, diyar kir ku ji bo neqla gurçikê qet hêviyên wê tuneye dur were wê û vê yekê bêîmkan dibîne.   ‘NY BI ZANEBÛN GAV NE AVÊT’   Kareem Barakat Hajjo, bal kişand ser rojên zor ên dijîn û wiha axivî: “Pirsgirêka me ya herî mezin tenduristiya dayîka min Mahmoode. Ez  di înşaetê de dixebitim û pereye qezenc dikim nîveka wê ji bo tenduristiya dayîka xwe xerc dikim.    Hajjo, sedama neçûna kampên xwe yên ser sînor wiha rêz kir: “Ji bo me talûke bû. Bi vê fikarê me nexwest em biçin. Piştî em ji kampê derketin, kesekê girîngî neda jiyana me. A başe, dema em diçin nexweşxanê em dikarin nasnameyên xwe bikar bînin. Dermankirina tenduristiya dayîka min pir zor bûye. Dema em li kampê bûn, me dikarî em kirînê bikin. NY kart dida me. Lê piştî em ji kampê derketin, êdî kartê nadin me. NY dizanibû emê neçin kampên din. Bi zanebûn gav ne avêt. Karekê daîm jî tuneye em tim bixebitin. Em bi zorê debara xwe dikin. Em nikarin biçin bajarekê din jî. Ger em biçin jî, em nizanin emê li ku derê bimînin û çi bikin., nizanin. Qet nebe em dixwazin dayîka min bê dermankirin.”   MA / Ahmet Kambal