Ji Meletiyê bang kir: Divê em cenazeyên xwe yên li erdê rakin 2018-09-19 09:13:46 MELETÎ - Mevlut Denîz ku piştî 5 meh şûnde cenazeyê birayê xwe wergirt got: "Li erdê cenazeyên me hene. Divê em van cenazeyan ji erdê rakin." Îmam Huseyîn Şîmşek jî ku 2 meh û nîv e hewl dide cenazeyê kurê xwe bigire, diyar kir ku hîn wan cenaze wernegirtiye, lê leşker tên gund, gefan li wan dixwin.  Ji sala 2016'an ve bi sedan cenaze tînin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Ji van cenazeyan hin jê piştî testa DNA'yêr adestî malbatan tên kirin, lê gelek jê jî li goristana bêkesan hatin veşartin. Niha di ser 30'yî re cenaze li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê ne û malbatên li benda testa DNA'yê ne xwestin demildst cenazeyên wan radestî wan bikin.    DU MEH Û NÎV E LI BENDA CENAZE NE    Malbata Fîkrî Şîmşekê HPG'î ku di 27'ê Tîrmehê de li Dersimê di bombebarana hewayî de tevî 6 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, du meh û nîv e nikarin cenazeyê xwe wergirin. Îmam Huseyîn Şîmşek, bavê Fîkrî Şîmşek, diyar kir ku piştî wan bihsît kurê wan miriye wan serî li Serdozgeriya Komarê ya Derimê daye û serdozgeriyê jî ew ber bi Meletiyê ve şandine. Bav Şîmşek, anî ziman ku paşê wan serî li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê daye û wan ji bo etsta DNA'yê xwîn daye Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê û niha li benda encama DNA'yê ne.    ‘CENAZE NEDIHATIN NASKIRIN'    Şîmşek, destnîşan kir ku dema ew çûn Saziya Tiba Edlî, cenazeyê kurê wî nîşanî wî nedane, lê belê peywirdarên li wir wêneyên ku liq ada pevçûnê kişandine nîşanî wî dane û wan bi wêneyan teşhîs kiriye. Şîmşek, bilêv kir ku cenaze nayên naskirin û hîn jî daxwaza wan a ji bo dîtina cenaze nehatiye qebûlkirin. Şîmeşk, diyar kir ku piştî wan ji bo testa DNA'yê xwîn daye, vegeriyane gundê xwe yê li Kurecikê, lê belê roja ku hatin gund cendirme jî hatine gund jê re gotine "wexta we cenazeyê xwe wergirt divê hûn zûzûka veşêrin."    CENDIRMEYAN GEF XWAR    Şîmşek diyar kir ku fermandar jê re gotiye: "Hûn ê merasîmê çênekin, hûn ê konê şînê li derve daneynin, di dema veşartina cenaze de divê hûn pankartan, wêneyan hilnegirin û dirûşmeyan berz nekin û partiyên siyasî qebûl nekin." Lê belê Şîmeşk, diyar kir ku kî were şîna wan ew ê wan qebûl bikin.    BANG LI RAYA GIŞTÎ KIR    Şîmeşk, diyar kir ku tişta li cenazeyan tê kirin zilm e û got: "Bila êdî dawî li vê zilmê bê. Zarokên me hatin kuştin. Tenê nehtain kuştin, eziyet jî li cenazeyên wan tên kirin. Bila bihêlin em cenazeyên xwe veşêrin. Dixwazim saziyên demokratîk xwedî li vî cenazeyî derkevin."    PIŞTÎ 5 MEHAN ŞÛNDE CENAZE WERGIRTIN    Cenazeyê Yakûp Denîzê HPG'î ku di 5'ê Nîsanê de di bomberana hewayî ya li Pilumuriyeya Dersimê mir, piştî 5 mehan şûnde radestî malbatê hatiye kirin. Mevlut Denîz, birayê Yakûp Denîz, diyar kir ku piştî birayê wî miriye 10 roj şûnde hayê wan jê çêbûye û ji bo cenaze wergirin ew çûne Dersimê, lê belê walîtî û cendirmeyan nehiştiye. Denîz, diyar kir ku jib o cenaze wergirin tam 3 mehan di navbera Dersim û Meletiyê de çûye hatiye û tim bi hincetên cuda cenaze nedane wan. Denîz, diyar kir ku lê belê piştî 4 mehan şûnde ji bo testa DNA'yê wan xwîn daye û wan di 11'ê Îlonê de cenazeyê birayê xwe wergirtiye û li Amedê defin kiriye.    ‘NE WEXTÊ BÊDENGIYÊ YE'    Denîz, anî ziman ku divê herkes xwedî li cenazeyan derkeve û divê mirov li hemberî vê zilma li cenazeyan tê kirin xwe li bêdengiyê daneyne. Denîz, destnîşan kir ku wext ne wextê bêdengiyê ye û divê herkes xwedî li cenazeyan derkeve û got: "Li erdê cenazeyên me hene. Divê em van cenazeyan ji erdê rakin."    MA / Erdogan Alayumat