26 salin tevî 8 nexweşiyên giran nayê berdan 2018-09-19 09:12:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê Girtîgeha Tîpa T a Bandirmaya Balikesîrê Faîk Taç, bi riya nameyekê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Şevket Bîlîcî û anî ziman ku Bîlicî yê ji 1992'an ve 26 salin girtî ye 8 nexweşî pêre çêbûne. Taç, da zanîn ku li gel Bîlîcî gelek caran ji bo li derve bê dermankirin serlêdan kiriye jî dîsa bi hinceta "Dikare li hundir bimîne" daxwaza wî hatiye redkirin.    Girtiyê siyasî Faîk Taç ê li Girtîgeha Tîpa T - A: 12  ya Navçeya Bandirma ya Balikesîrê, bi riya nameyekê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Şevket Bîlicî. Taç di nameya xwe de diyar kir ku hevalê wan ê nexweş Şevket Bilicî, ji sala 1992'an ve di girtîgehê de ye û wiha got: "Ji ber ku ji salên dirêj ve li  girtigehê ye, vê yekê li ser laşê wî bandorek neyînî kiriye. Ji ber teqeta wî nemaye, gelek nexweşî pêre çêbûne."    LI GIRTÎGEHÊ DIJBERÎ 8 NEXWEŞIYAN TÊDIKOŞE   Taç, bal kişand ser nexweşiyên Şevket Bilicî yên pêre çêbûne û wiha got: "Li girtîgehê nexweşiyên wekî Mîdê, Ûrkolî (Ulser=), Ûlsera ur- û-rûvî,  hemoroîda giran, Reflû, nexweşiya gurcikan, Sînûzît û nexweşiya dil pêre çêbû. Hevalê Şevket di 1'ê Adara 2018'an de ji ber êşa giran a sîngê rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê fêr bûn ku qeyrana dil derbas kiriye.  Hevalê me bi lezgînî radikin nexweşxaneya Bandirmayê.  Li vir jî li gorî lêkolînan tê zanîn ku her çar damarên dilê wî xitimîne. Di serî de her çar damarên wî anj û dikin û piştre stend tê girêdan. Ji  wan du demaran  xitimî  demarên şahrê (atardamar) ne."    'PIŞTÎ EMELIYATÊ 9 ROJAN DI HUCREYÊDE HIŞTIN'   Taç, da zanîn ku piştî Bîlîcî emeliyat bû, tenê hefteyekê li nexweşxaneyê tê girtin, bêyî ku kontrolên wî xilas bibin, wî paşve dibin girtîgehê. Li girtigeha Manisayê wî diavêjin  hucreyek yek kesî. Hucre hem hêwî yanî rutubet e,  hem jî qirêj e. Av tune, derdorê jî tijî mîkrob in. Bi wê rewşa giran 9 rojan di hucreya qirêj de hiştin. Piştî emeliyatê hevale me Şevket avêtin cihekî qirêj, Li vir tenduristiya wî bêtir xerab bû. Demekê ji ber bêhewayiyê ji hişê xwe ve xwe diçe û radikin nexweşxaneyê. Lê piştre dîsa davêjin hucreya yek kesî û ya qirêj.  Her çiqas hevalê  Şevket,  ji bo paqijkirina hucreyê daxwazname jî dide rêveberiya girtigehê daxwaza wî qebûl nakin.    Li gorî zagonan jî dema  kesekî nexweşê giran be, yek ji malbatê dikarin xizmeta wî bikin. Lê li ruxmê vê yekê û girtîgehê tu agahî jî nedan malbata wî.  Hevalê me çend caran daxwaz dike ku telefonî malbata xwe bike, lê belê ne nexweşxane lê ev daxwaza wî nayê bersivandin.  Hevalê me Şevket Bilici, piştî 16 rojan dema hat cem me , em matmayî man.  Ji ber ku piştî nexweşiya giran  avêtine hucreya qirêj, tenduristiya hevalê me  bi  tevahî xirab bûbû.  Te digot qey heliyaye, çerm û hestî mabû. Her çiqas  bi desteka moral a hevalan hinekî baştir bûbe jî nexweşiya wî berdewam e.  Ji bo ku li derve bê tedawîkirin , cezayê mayî bê rawestandin an jî were lipaşxistin, gelek caran  serlêdan hatin kirin ,  lê belê ev serlêdan her car bi rengê 'dikare li hûndir bimîne' hatin bersivandin.  Wekî her car li gor pêdiviyên mirovî û tibî nêzîk nabin. Min xwest ev jî bê zanîn.   Taç, herî dawi da zanîn ku dixwazin nameyên xwe bi kurdî binivîsîn lê rêveberiya girtigehê nameyên bi kurdî pir dereng dişîne.