Hevseroka MSD’ê: Êdî Reqa ji geşedanên nû re amade ye 2017-10-23 11:11:55 REQA – Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed got: “Reqa êdî ji gelek geşadanên nû re amade ye. Reqa wê ji bo qirîzên Sûriyê bibe çareserî.”  Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) piştî 135 rojên berxwedanek dîrokî û şerên dijwar bajarê Reqayê ji DAIŞ’ê paqij kir. Piştî rizgariyê Reqa dewrî Meclîsa Sivîl a Reqayê hat kirin. Piştî şerek giran ji bo ji nû ve avakirinê xebat hatin destpêkirin. Li ser avabûna ji nû ve ya Reqayê dê çawa pêk were xebat tên kirin û ji bo birêvebirinê jî amadekarî tên kirin. Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed diyar kir ku Reqa ji bo projeya Federasyona Bakûrê Sûriyê destpêkek nû ye.    JI NÛ VE AVAKIRIN    Ehmed anî ziman ku rêveberiya bajêr ji bo Meclîsa Sivîl peywîrek mezin e û piştî şerek giran ji nû ve avakirina bajêr dê demek dirêj bigire. Ehmed da zanîn ku dê Meclîs peywîran bide ser milê xwe û ji bo avakirina bajêr pêwîstî bi piştevaniyê heye. Ehmed got ku pêwîstî hem bi aliyê dîplomatîk û hem jî bi pratîkbûnê heye û pêdivî bi vegera gel heye.    REQA ÊDÎ DÊ BIBE QONAXEK NÛ   Ehmed axaftina wiha dewam kir: “Ji bo vegerê divê Meclîsa Sivîl a Reqayê bajêr ji nû ve ava bike. Em wek Meclîsa Sûriya Demokratîk amadene her alîkariyê bidin wan. Çunkî Reqa êdî ji gelek geşadanên nû re amade ye. Reqa wê ji bo qirîzên Sûriyê bibe çareserî.”    TÊKOŞÎNA BI FERESATA DAIŞ’Ê RE    Ehmed destnîşan kir ku dê ewlehiya bajêr ji aliyê Ewlehiya Navxweyî ya Reqayê ve pêk were û got: “Li paytexta wan paqijkirina DAIŞ’ê nayê wateya paqijkirina feraseta wan. Azadkirina bajêr bi tamamî DAIŞ’ê xelas nake. Ya herî girîng jî ew e ku ferasta li Reqa bê destpêkirin û rûniştandin. Divê mirov li ser vê bisekine. Ev ê piştî demek dirêj bi xebatên çandî û perwerdehiyê pêk bên. Dîsa di warê paristinê de jî divê tedbîrên xurt bên girtin. Kengê civak hat birêxistinkirin û feraseta nû hat bidestxistin wê demê DAIŞ xelas dibe.”    DÊ GEL DEST BIDIN HEV   Ehmed da zanîn ku pêwîste peywîr dikeve ser milê kî/kê pêk bîne û ji bo li bajêr jiyanek nû dest pê bike divê hemû hêz û herkes dest bide destê hev. Ehmed her dawî got ku çawa bajêr ji DAIŞ’ê hatiye paqijkirin dê gelên vir jî bi hev re bijîn û bajarên xwe ji şopên DAIŞ’ê paqij bikin.    MA / Nazim Daştan