Di konteynirên bê ceyran de dijîn 2017-10-23 11:09:27 WAN - Gulten Turgut a di konteynirên erdheja piştî Wanê de dijî, diyar kir ku bi zarokên xwe re di qadek 20 metre de têkoşîna jiyanê didin. Turgut, ji ber tundiya ji hevjînê xwe didît, biryar da ku bi zarokên xwe re di konteynirê de bijîn.   Di ser erdheja Wanê ya di 23’ê Cotmaha 2011’an re 6 sal derbas bûn. Hin welatî hîna jî di konteyniran de dijîn. Yek ji van welatiyan Gulten Turgut a 42 saliye. Li dijî tundiya hevjînê xwe biryar dide ku bi 3 zarokên xwe re di konteynirê de bimîne. Turgut li vir jiyanek nû ji avakir . Turgut, ku 4 salin di 20 metre konteynirê de dijî, 3 mehin ceyrana wan tuneye. Turgut, ji bo debara mala xwe bike, paqijiya malan dike.    Turgut, diyar kir ku piştî erdheja 2011’an û vir ve tim neçar ma ku gelek konteyniran biguhere û wiha axivî: “Di konteynirên bajêr de tenê 10 malbat mene. Ji 3 mehî zêdetire ceyrana me tuneye. Em nizanin em ê çawan kincên xwe bişûn û xarina xwe çêbikin. Ji ber ku dema dibe şev ê dî em nikarin tiştekê bikin. Gelek caran zarokên min di tariyê de axiran dixwin. Ev 4 salin bi 3 zarokên xwe re di vê konteynirê de dijîm. Tiştekê me tuneye.”    'HEVJÎNÊ MIN ZAROKEK KEÇ ANÎ'    Turgut, da zanîn ku ew li dijî tundiyê, pirgirêkên tunduristiyê û hemû pirsgirkên heyî re têdikoşe û wiha got: “3 zarokên min hene. Rojekê hevjînê min ji bo biçe dawetê ji malê derket. Bi şev hat û zarokek keç a ji Elbaqê bi xwe re anî. Heya erdhejê neçar mam ku bi wan re bijîm. Piştî mala min xesar dît, min dimildest 3 zarokên xwe girtin û derbasî konek din bûm. Carek din ez û hevjînê de xwe nehatin gel hev.  Ji bo li zarokên xwe mêze bikim, karê paqijiya malan dikim. Ev pare jî têra me nake.”   ‘DIXWAZIM XEYALÊN XWE PÊK BÎNIM’    Turgut, wiha qala jiyana  konteyniran kir: “Ji bo zarokên xwe dinava vê konteynira riziyayî de dimînim. Destpêkê ez pir xemgîn bûn, min dexwest dest ji hemû tiştî berdim, lê niha ez xwe baştir hîs dikim. Gava ez û keçên xwe derdên xwe ji hevre dibêjin, em hinekê rehet dibin. Keçên min dibêjin ‘Dayê xwe ne qehirîne, em ê li hev mêze bikin.’ Ev yek min keyfxweş dike. Dixwazim xeyalên me pêk bên. Dema mirov neçar dimîne, mirov hemû jiyanî qebûl dike. Ên ku mîna min difikirin, teqez rêyekê ji xwe re dibînîn.”