Li Cûdiyê agir bi daristanê ket 2018-09-18 20:57:20   ŞIRNEX – Li qada Divînê ya Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket.    Li qada Divîn a Çiyayê Cûdiyê ku li hemberî navenda Şirnexê ye, agir bi daristanê ket. Şewat ji navenda bajêr jî dixuyê û nehat hînbûn ka ji ber çi derketiye. Hat diyarkirin ku li herêmê darên fisteqan jî hene û welatiyan mudaxileyî agir kiriye.    Demek berê li heman herêmê ji ber avêtina topan agir bi daristanan ketibû.