Dozger girtina 28 karkerên înşaetê xwest 2018-09-18 16:21:08 STENBOL - 28 karkerên înşaetê yên Balafirgeha 3'enin a Stenbolê, sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozger, xwest 28 karker bên girtin û sewqî dadgehê kir.    Esker û tîmên taybet di 15'ê Îlonê de bi ser şantiya karkerên Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê de girtibûn û nêzî 600 karker hatibun binçavkirin. Ji warkeran hinek hatin berdan û hinek jî sewqî dozgeriyê kirin. Ji karkerên hatin binçavkirin û sewqî dozgeriyê hatin kirin 28 karker ji aliyê dozger ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dozger, piştî li îfadeya 28 karkeran guhdar kir bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dozger der barê 15 karkeran de jî bi şertê kontrola edlî serbest berda.