Biryara rawestandina darizandina doza Ahmet Şik dan 2018-09-18 16:08:40   STENBOL - Dadgeha Cezayê Eslî ya 17’emîn a Stenbolê, biryara rawestandina  darizandina doza Ahmet Şik ji ber bûye parlamenter, da.      Dadgeha Cezayê Eslî ya 17’emîn a Stenbolê, di doza darizandina Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Şik ê di dema rojnameger bû bi îdîaya “Gelê Tirk, Komara Tirkiyeyê, sazî û dezgehên dewletê kêm xistin de” hat vekirin, de biryar da.    Şik beşdarî danişînê nebû û parêzeeê wî Can Atalay doz şopandan. Atalay, hilbijartina parlamenteriya Şik bir dadgehê û xwest dadgev vê rewşê binirxîn.    Dadgehê biryar da û di biryara da de wiha got: “Ji ber ku Şik ji bo parlamenteriyê hat hilbijartin û perlamenteriya wî berdewam dike, ew darizandina wî radiwestînin. Dadgeh ji bo dosye ji Meclîsê re bê şandin, ji Serdozgeriyê Komarê  re hat şandin. Ji bo vê biryar hat dayîn.