Fatma Ocalan: Em bi fikarin dixwazin agahî bigirin 2017-10-23 11:06:19 RIHA - Xwûşka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma Ocalan, got ku "Em dixwazin ji wî agahiyê bigirin. Em dixwazin hîn bibin ka dijî." Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 18 sal e li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê tecrîdkirin, herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de bi dehan siyasetmedarên kurd li Amedê ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin, dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve bi parêzeran re, ji 5'ê Nîsana 2015'an vir ve jî bi Heyeta Îmraliyê re hevdîtin hatiye astengkirin, ji ber tecrîd û astengiya hevdîtinê, malbat û raya giştî di nav fikaran de ye.   'DEMA CIWAN DIMIRIN PIR PÊ DIÊŞE'    Xwûka Ocalan Fatma Ocalan, da zanîn ku 3 sal e wê kekê xwe Ocalan nedîtiye, di her hevdîtinê de, gotiye ku "Dê aştî pêk bê. Wiha naçe" û ev tişt anî ziman: "Naxwaze xwîn birije. Li her kesî difikire. Digot ku 'Dema ciwan dimirin dilê min gelek pê diêşe.' Piştî 20 salan ez çûm 3 hevdîtinên vekirî. Ez bi wî re rûniştim. Ez gelekî kêfxweş bûm. Min got qey dê wisa dewam bike û piştre destûr nedan. 3 sal e em neçûne. Em ji jiyana wî bi fikar in."   'EM NIZANIN DIJÎ AN NA'   Fatma Ocalan destnîşank ir ku ew ji lingê xwe aciz e, heke destûrê bidinê dê bi sandalyeyê tekerekî jî biçe hevdîtinê û wiha pê de çû: "Ez dixwazim kekê xwe bibînim. Em dixwazin yên li zindanan derên. Li derve kes nehiştin. Ne wekîl, ne hevşaredar kes nehiştin. Ev zilim e. Bila êdî aştî pêk bê. Em naxwazin mirin an jî girtin çêbin. Em ji kekê xwe agahî dixwazin. Dijî an najî em nizanin. Berê piçek be jî me hev didît. Niha ne em û ne jî kes dikare biçe û bibîne. Hikumet destûrê nade. Ji destê me tiştek nayê."