Akademîsyenên aştiyê ceza kirinRojnameger ji salonê derxistin 2018-09-18 15:09:11 STENBOL -  17 akademîsyenên aştiyê yên danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kiribûn û doz li wan hat vekirin, li 5 dadgehên cuda derdikevin pêşberî dadger. Di danişîna yekemîn de heyeta dadgehê ceza li du akademîsyenan birî. Rayedaran destûr nedan ku rojnameger têkevin salonê.  Akademîsyenên Aştiyê ku danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin û doz li wan hat vekirin derketin pêş dadgehê. 17 akademîsyenên aştiyê li 5 dadgehên cuda derketin pêşberi dadger. Yekemîn danişîna daza Akademîsyen Hanifî Bariş ku ji 4'ê tîrmeha 2018’an heta niha girtî ye ji dê îro bê dîtin. Beriya danişîn dest pê bike akademîsyenan li pêş Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Akademîsyenan pankarta "Aştî mafê ye ye," Daxwaza Aştiyê ne sûc e, nayê darizandin." û "Ji Hanifî Bariş re azadî" vekirin. Li ser navê akademîsyenan Hîndekara Perwerdehiyê Asli Odman daxuyanî xwend.    Odman, diyar kir ku îdîanameya daraza ku bûye siyasî li dijî hiqûqê ye û wiha got: "Ev pêvajoya girtinê êdî bûye cezayê înfazê. Ev darizandin bûye wekî darizandina bûyerên edlî. Em dê îro bibin şahidê darizandina hevalên me yê aştiyê Hanifi Bariş. Em dê bibin şahidê tahliyeya wî. Îro li 5 dadgehên cuda bi giştî 17 akademîsyenên aştiyê tên darizandin. Em dibînin ku parêzerên mafên mirovan ên serbest tên derban, di nava 24 saetan de dîsa tên girtin. Di serdema nû ya perwerdehiyê de 70 hezar xwendekar û hîndekarên perwerdehiye ji mafê xwe yê perwerdehiyê dûr girtî ne. Bi sedan karkerên înşaetê yên Balafirgeha 3'emîn ji ber ku mafên xwe xwestin hatin binçavkirin.  Ger ku ji ber me got aştî em tên darizandin, em dê gotina "Aştiyê" berdewam bikin.    ÇAPEMENÎ DERXIST DERVE Û CEZA BIRΠ   Li 37’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê û 28’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê 2 danişîn hatin dîtin. Di danişînên yekemîn de heyeta dadgehê ceza li du akademîsyenan birî. Danişîna akademîsyen Dr. Gaye Yilmaz li 28’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat ditin. Heyetê beyî ku Dr. Gaye Yilmaz parastinê bike cezayê Salek û 3 mehan li wê birî û ceza taloq kir.    Li heman salonê danişîna Alk. Doç. Bulent Kuçuk jî hat dîtin. Heyeta dadehê li Kuçuk jî salek û 3 cezayê girtîgehê birû û ceza taloq kir.