Xelatên Rojnamegeriya Musa Anter xwediyê xwe dîtin 2018-09-18 14:31:54   STENBOL - Xwediyê xelatên Pêşbirga 26’emîn Rojnamegeriya Şehîtên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter yên îsal diyar bûn. Pêşbirga ku ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşam  ve di 5 beşan de hat lidarxistin, encama xelatan diyar bû.    Encama 26'emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê yên îsal diyar bûn. Pêşbirka ku ji beşên “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên Kurdî”, “Wên (Wêneyên Nûçeyan)”, “Karîkatrr” ve “Nûçeyên Jinê” pêk tê ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve organîzekirin. Xwediyê xelatên îsal diyar bûn. Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ya 26’emîn di 15'ê Îlonê de bi dawî bûn û îro encama wan diyar bû.      DI BEŞA NÛÇEYÊN TIRKÎ DE BEKÎR AVCI XELAT GIRT   Di beşa nûçeyên Tirkî de, ji Rojnameya Karinca Bekir Avci, bi nûçeya “Çanak Anten’den Wireless’a: Kürt illerinde değişen haber alma pratiği / Ji Antena Çanak ber bi Vîreless'a: Li Bajarê kurdan pratika nûçestendinê" bû yekemîn. Xelata Jûriya Taybet a Nûçeyên Tirkî Nûçegîhanê Arti Gerçekê Rifat Dogan; bi nuçeya “Ji bo dosyayên kujer nediyar bişewitînin dişandin SEKA'yê" û Nûçegîhanê Bîrgunê Ugur Şahîn bi nûçeya “Bajarê Sakin ku rojê 300 kamyon derbas dibin; Trakya bi tevahî ji çavên xwe derxistine" xelat wergirtin.    DI BEŞA KURDÎ DE XELATA JÛRIYA TAYBET   Di beşa nûçeyên kurdî de Nûçegîhanê Rojnameya e-rojname Zeynel Bulut bi nûçeya “Li Ser şopa dîrokê: Gundê Melekê Tawîs Tawîsî”  Xelata Jûrîya Taybet wergirt.    DI WÊNE DE TUNÇ Û ARIK XELAT WERGIRT   Di beşa wêneyan de jî Nûçegîhanê Rojnameya Fersude Hayri Tunç û Nûçegîhanê Rojnameya Cumhuriyetê Vedat Arik bi wêneyên di çalakiya Dayikên Şemiyê ya Hefteya 700’emîn de kişandin xelata 1'emîn wergirtin.  Xelata Jûriya Taybet a Wêneyan jî bi wêneyê êrîşa bombeyî ku 21 welatiyên sivîl li Efrînê jiyana xwe ji dest dan, dan Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Nazım Daştan    XELATA KARÎKATUR DAN 2 BERHEMAN   Di beşa karîkatur de jî xelat dan 2 berheman. Jûrî xelat da karîkaturên berhemên Ozgur Evran û Beşir Geroglu.    XELATA NÛÇEYAN A JINÊ DAN MA YÊ    Di beşa nûçeyên jinê ya Gurbeteli Ersoz de jî Nûçegîhana Ajansa  Mezopotamya (MA) Arjîn Dîlek Oncel, bi nûçeya “Li Bajarê Çadirî yê Telhamutê jin ji bo paketek şîr neçarî fihuşê dikin" xelat wergirt.    XELATA RÛMETÊ DAN DAYIKÊN ŞEMIYÊ   Xelata Rûmetê ya Jûrî jî dan Dayikên Şemiyê.    LIJNEYA HILBIJARTINÊ    Nûçeyên Tirkî : Huseyîn Aykol, Candan Yildiz, Fatîh Polat, Faruk Eren, Îbrahîm Varli. Nuçeyên Kurdî : Reşat Sorgul, Suna Tunç, Ramazan Umar, Semîha Alankuş, Mehmet Alî Ertaş. Nûçeyên Jinê : Burcu Karakaş, Nevîn Cerav, Dîcle Muftuoglu, Derya Ceylan, Ayşe Oyman.  Wên: Mustafa Seven, Abdurrahman Gok, Ozcan Yaman, Ramazan Ozturk, Nazmî Belge.  Karîkatur: Dogan Guzel, Îmam Cîcî, Sefer Selvî, Rewhat Arslan.     APÊ MUSA DÊ LI CIHÊ LÊ HAT KUŞTIN BÊ BIBÎR ANÎN   Beriya xelatên Musa Anter bên dayîn, di 20'ê Îlonê saet di 11.30’an de dê Musa Anter li cihê ku 26 sal berê lê hat kuştin li taxa Seyrantepe ya Amedê bê bibîr anîn. Di heman rojê de piştî nîvro jî dê biçin Gundê Stilîlê yê Nisêbîna Mêrdîn û Anter li ser gora wî bibîr bînin.    BERNAMEYA XELATÊ DÊ LI STENBOLÊ PÊK BÎNIN   Bernameya Xelatên Pêşbirga 26’emîn Rojnamegeriya Şehîtên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter dê îsal di 22'ê Îlonê de li Stenbolê pêk bînin. Xelat, dê saet di 18.00’an de li avahiya Odeya Mîmaran a TMMOB'ê ya Beyoglu Karakoyê bi merasimekê bê dayîn.