Desteya Dadperweriyê li Hewlêrê çalakî li dar xist 2018-09-18 13:43:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Dadperwerî li Hewlêrê, ji ber ku dadperwerî di bernameya hilbijartinê û destwerdana derve ya di hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê de tune ye, çalakî pêk anîn û wekheviya propagandaya hilbijartinê xwestin.    Komek rêxistinên civakî, yên Desteya Dadperweriyê, li ber parlamentoya Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê dijî nedadperweriya di propagandaya hilbijartinê çalakî pêk anîn. Rêxistinan daxuyanî dan çapemeniyê Endamê Desteya Dadperweriyê Rêbaz Haşim daxuyanî xwend. Haşim, diyar kir ku di propagandayên Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hinek alî pereyek zêde xerc dikin, ji bo vê ev yek bê edaletiye. Haşim, da zanîn ku hinek alî ragihandinê ji bo xwe kartînin û aliyen din jî ji van mafane bê beş tên hêlan. Haşim, bilêv kir ku ji aliyê hinek welatên derve piştgirî ji bo aliyên Herêma Kurdistanê tê kirin, ev jî we dike ku ew welat destkariya hilbijartinên Herêma Kurdistanê bikin û wiha got: “Em weke Desteya Dadperweriyê daxwaza propagandayek wek hev a ji bo hemû aliyan dikin. Em wek desteyê ev 9 sale ji bo ku êdî teqawîd kirin û pile dayîna taybet ya parlamenteran nemêne di xebitin. Herwiha em dixwazin cûdahiya di navbera mûçeya zêde ya di Herêma Kurdistanê de kêm bikin. Lê ev yek nayê pêkanîn."    Haşim herî dawî anî ziman ku berê hinek parlamenteran soz dane wan ku daxwazên wan bicih bînin, lê pêk neanîne. Desteyê bang li welatiyan kir ku ji sozên namzetan bawer nekin.