'Çavên kurê min derxistibûn û milê wî jê kiribûn' 2018-09-18 13:37:28 DÎLOK - Bavê Yavuz Selîm Karaoglanê HPG'î yê di pevçûna çoltera Colemêrgê de jiyana xwe ji dest da Şiho Karaoglan, diyar kir ku ev 41 rojin cenazeyê kurê wî nadin malbatê û got: “Çavên kurê min derxistibûn, milê wî jêkiribûn û rûyê wî nedihat naskirin.” Li çaltera navçeya Geverê ya Colemêrgê, di 9’ê Tebaxa pevçûn derketibû Yavûz Selîm Karaoglan ê HPG’î jiyana xwe  ji dest dabû. Cenazeyê Karaoglan 41 rojan nadin malbatê. Bavê Karaoglan Şiho Karaoglan ji bo cenazeyê kurê xwe teşhîs bike di 31’ê Tebaxê de hat Colemêrgê. Bav Karaoglan diyar kir ku çavên kurê wî derxistibûn, milên wî jêkiribûn û rûyê wî nedihat naskirin.    ÇAV DERXISTIBÛN, MIL JÊKIRIBÛN Û RÛYÊ WÎ NEDIHAT NASKIRIN    Bav Karaoglan, anî ziman ku wî cenezayekê din ê li gel kurê wî di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest dayî li morgê dît û wiha axivî: “Kiryarên dij mirovahî li kurê min kiribûn. Weke bav, min bi zorê cenazeyê kurê xwe nas kir. Çavên wî derxistibûn. Çavên wî tunebûn. Milê wî yê çepê jêkiribûn. Ma mil çawan tê jêkirin? Ev ne tiştekê ku di pevçûnê de derbikeve holê ye. Bi zanebûn milê wî hatibû jêkirin. Rûyê wî nedihat naskirin. Ji xwe ji zikê wî û jêr de nîşanî min nekirin. Hûn bi kurê min re pevçûn, gelo we çima milê wî jê kir? We çima çavên wî derxistin? Navê vê yekê  hovitiye. Gelo we biçê kurê min kir vê rewşê? Ezê hesaba vê yekê bipirsim. Ger çekên kîmyewî jî hatibin bi kar anîn ezê hesabê vê yekê ji bipirsim. Ez vê wehşetê qebûl nakim.”   ‘ŞAREDARIYÊ MALA TAZIYÊ NEDA’   Karaoglan, destnîşan kir ku hîna tiştên bi kurî hatin kirin ji hevjîna xwe  re negotiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hevjînê min hîna jî nizane cenazeyê kurê min di wê rewşê deeye. 41 rojin cenazeyê kurê min li morgê tê girtin. 19 roj berê dema çûm morgê ji min testa xwînê girtin. Ji bo mala taziyê min hem serî li şaredariya mezin û hem jî ya navçeyê da. Her duyan jî mala taziyê nedan min. Mala taziyê ya bi bacayên min avakirin, ji bo teziya xwe lê danim nedan min. Hem îşkenceê bi cenazeyê kurê min dikin, hem jî mala taziye nadin min. Ev bê edaletiyek mezine.”