Danişîna cînayeta Kemal Kurkut di 20'ê Îlonê de ye 2018-09-18 12:57:10   AMED – 3'yemîn Danişîna doza cînaneyê xwendekarê Zanîngeha Înonu Kemal Kurkut ku di Newroza 2017'an de polîs gule berdayê û kuşt, dê di 20'ê Îlonê de bê dîtin. Tevî hemû delîlan polîsê kujer Y.Ş. tevî hemû daxwazên girtinê dîsa serbest tê darizandin.    Xwendekarê Zanîngeha Înonu Kemal Kûrkût ê 22 salî, ji bo Newrozê di 21’ê Adara 2017’an ji Meletiyê hatibû Amedê. Kûrkût di têketina qadê de tevî bedena xwe ya tazî, polîs Y.Ş. ji pişt ve gule berdayê û ew li qada Newrozê qetil kir. Di ser kuştina Kurkut re 18 meh derbas bûn. Dema hat qetil kirin kêlî bi kêlî wêne hatibûn kişandin û bi raya giştî re hatibû serwîskirin. Dîsa salek şûnde dîmenê kêlî bi kêlî kuştina Kurkut hatin bidestxistin. Dîmenên kamerayê yên ku ji wesayîtên zirxî û avahiyên li derdorê hatin belavkirin, dema qetilkirinê bi awayekî zelal derdixe holê. Heta niha 2 danişîna doza kuştina Kemal Kûrkut li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatin dîtin. Daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut polîs Y.Ş. dîsa ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Heyetê danişîn taloqî 20’ê îlonê kiribû. 2 roj şûnde dê 3'yemîn danişîna dozê bê dîtin. Lê tevî hemû daxwazên malbat û parêzeran dîsa polîsê kujer Y.Ş. li pêş kamera û rojnamegeran Kurkut kuştibû û niha serbest tê darizandin.    WALÎ POLÎS MAFDAR KIRIN   Der barê lêpirsîna ji bo 72 polîsên li cihê bûyerê peywîrdar bûn geşedanek nû derketibûn. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê 72 polîsên li cihê bûyerê peywîrdar bûn bi ji sûcê “Xemsariya peywîrê” û “delîlên sûc reşkirin û nepenkirin” lêpirsîn dabû destpêkirin. Dozgeriyê destûra lêpirsînê dabû Walîtiya Amedê. Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu daxwaza dozger nirxandibû û destûrê neda der barê 72 polîsan de lêpirsîn bê destpêkirin û red kir. Walî Guzeloglu îdia kir ku kuştina Kemal Kurkut ne ji ber piştguhkirina polîsan hatiye kuştin û ji bo Kurkut ê kêr di destê wî de hebûye rawestînin çek bikaranîne û berdane hewa. Guzeloglu got di bûyerê de xemsarî nîne û polîsan mafdar derdixe.      DI DANIŞÎNA EWIL DE HEYETÊ DAXWAZA GIRTINA POLÎS RED KIR     Polîs Y.Ş. ê ji ber kuştina Kurkut tê darizandin, der barê wî de bi sûcdariya "Bi zanebûn mirov kuştiye" cezayê heta hetayê ji bo wî hat xwestin. Darnişîna doza ewil a Y.Ş. li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Doza ku bersûc Y.Ş. serbest dihat darizandin, Heyeta 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara dozger nirxand û daxwaza girtina Y.Ş. red kir û doz taloqî 26'e Nîsana 2018'an kir. Di danişîna doza 26'ê Nîsana 2018'an de jî disa daxwaza girtina pohîsê bersûc hatibû red kirin û polîs niha serbest tê darizandin.      WALÎ WEKÎ BOMBEYA ZINDÎ ÎLAN KIRIBÛ   Di kêliya ku Kemal Kurkut li ber çavê rojnamegeran hat kuştin de, bêyî walî lekolîn bike daxuyanî belav kiribû û diyar kiribû ku Kurtu bombeya zindî ye û rastî beravojî kiribû. Lê wêneyan û dîmenan hemû dawuyaniyên walî û polîsan derewandibû.      3'emîn Danişîna doza Kemal Kûrkût Dê di 20'ê Îlonê de bê dîtin.