Polisên Felek kuştin: Çima zarokên we derdikevin kolanê? 2017-10-23 10:29:13 SÊRT – Malbata Batur a ku polîsan keça wan a 6 salî Felek bi maşîna zirxî qetil kir, diyar kirin ku polîsan gotiye “Zarokên we çima derdikevin derve.” Bavê Felek Cemal Batur, diyar kir ku polisan li midûriyetê jê re gotiye “Çima we berê nehatiye me hişyar nekiriye.”   Li taxa Çalê ya Sêrtê di 19’ê cotmehê de polîsan bi maşîneya zirxî ya Ejder li taxê li Felek Batur a 6 salî û xwişka wê Ayşe Batur a 7 salî qelibandin. Dema Felek bi xwişka xwe re li kolanê dilîstin bi destê hev girtibûn û derbasî aliyê mala xwe dibûn. Polîsan bi maşîneya zirxî li wan qeliband û Felek qetil kir. Ayşe ya 7 salî jî bi sivikî ji milê xwe birîndar dibe. Piştî demek maşîne derbas dibe li ser hişyarkirina şêniyên taxê maşîne disekine.   ŞÊNIYÊN TAXÊ: HER TIM BI LEZ DIÇIN    Bûyara li ser Kolana 214’emîn a taxa Çalê pêk hat piştî bûyerê em bi şahidên bûyerê re axivîn û diya kir ku dema zarok dileyîstin maşîneya zirxî bi lez derbas bû û zarokan maşîneyê ferq nekirin. Şahidên bûyerê got ku Felek di bin lastîkê maşîneyê de hatiye eciqandin û piştî maşîne dûr bûye li ser hişyarkirina şêniyên taxê maşîne rawestiyaye. Şêniyên taxê destnîşan kir ku maşîneyên zirxî her tim li kolanên taxê digerin û bi lez diçin û tên.    PARASTINA SOSRET: ÇIMA ZAROKÊN WE DERDIKEVIN DERVE    Şêniyên taxê yên ku şahidi ji bûyerê re kirine da zanîn ku welatiyan bertek nîşanî polîsan daye. Bavê Felek, Cemal Batur jî dema bertek nîşanî polîsan dide polîs serî li sosretek din didin û xwe wiha diparêzin: “Çima zarokên we derdikevin derve.”    WALÎ TAZIYE ZIYARET KIR: EM AMADE NE    Xizmên Felek Batur yên nexwestin navê xwe bidin diyar kir ku Walî û qeyûmê Sêrtê Alî Fuat Atîk, Midurê Polîsên Sêrtê û heyetej ji saziyên dewletê hatine serdana sersaxiyê. Xizmên Batur der barê serdana sersaxiyê ya dewletê de wiha got: “Walî ji me re got ku ew gelek xemgîn in. Tiştê ji destê wan tê dê bikin. Polîsê ajokarê maşîneyê di binçavan de ye û dê lêpirsîn bidin destpêkirin. Em jî li bende ne. Ka em ê lê binêrin.”    ANGAŞT: WALÎ DIXWAZE SER BÛYERÊ BIGIRE GELO?    Welatiyên ku ji serdana sersaxiyê ya heyeta dewletê re şahidî kirin îdîa kirin ku Waliyê Sêrtê ji bo malbat doz veneke rica kiriye û ji bo ser bûyerê bê girtin soza tezmînatê daye. Li gel ev 5 roj di ser bûyerê re derbas bûye heta niha ji aliyê Walîtiyê ve tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Daxuyanî ne dayîna Walîtiyê van îdîayên tezmînatê xurt dike. Li aliyê din balkêş e ku çapemeniya herêmî û netewî der barê mirina Feleka biçûk de heta niha tu nûçe çênekiriye.    BAV BATUR: ÊDÎ 5 ZAROKÊN MIN MAN    Bavê Felek, Cemal Batur diyar kir ku ew di sala 1988’an de ji gundê Basixê yê bi ser Dihê ya Sêrtê ve ji ber rewşa aborî hatine navenda Sêrtê li taxa Çalê bicih bûne û behsa bûyerê kir. Batur bi bîr xist ku keça wî di bin maşîneya zirxî ya polîsan de hatiye eciqandin. Batur da zanîn ku ew karê neqliyê dike û got: “Bi zor û zehmetî ez debara xwe dikim û 6 zarokên xwe mezin dikim. Êdî 5 zarokên min man.” Bav Batur vê hevokê tîne ziman û dikeve nav kêliyên bêdengiyê.    ‘LI PEY KEÇA MIN WÊNEYEK WÊ JÎ NEMA’    Bav Batur bi xemgînî têlefona xwe nîşan da û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Wêneyek keçika min jî tune ye. Li pey wê wêne jî nema. Xwezî tenê hema wêneyek wê heba û ji bo bîranîna me lê binêriya. Lê mixabin wêne tune ye. Têlefonek min ku wêneyek wê bikişanda jî nîne.”  Bav Batur destnîşan kir ku der darê destpêkirina lêpirsînê de jî agahî di destê wî de tune ye û got: “Edalet. Bila edalet pêk were carek din zarokên tu kesên din di bin maşîneyan de ne eciqin.”    POLÎSAN GOT: ÇIMA WE ME HIŞYAR NEKIRIYE    Batur diyar kir ku piştî bûyerê ew çûye Miduriyeta Polîsan a Sêrtê û di dema kêliya bûyerê de maşîne li ser xiza 28’an birêve çûye nîşanî wî dane. Batur di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Min nerazîbûn nîşanî miduriyeta polîsan da. Yên xwestin ez bi sebir bibim gotin ‘Çima we berê nehatiye me hişyar nekiriye.’ Ez hêvîdarim dê heqî çi be ew pêk bê.”