KCD, dê fikrên Ocalan bi panel û sempozyuman li civakê belav bikin 2018-09-18 09:15:16 AMED – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), dê fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku nêzî 20 salin bi tena serê xwe li yek hucreyê tê girtin, bi rêya panel û sempozyuman bi civake re parve bike.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha bi tena serê xwe li Girtîgeha tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de di yek hucreyê de tê girtin. Tevî ku bi serê xwe dimine jî hem bi riya parêzeran û hem jî bi rêya malbat û heyeta Îmraliyê bi fikrên xwe rêya çareseriyê nîşanî gelê Rojihilata Navîn dan. Dîsa bi parêznameyên xwe yên li Îmraliyê nivîsandin rêya çareseriya ku Cîhan çawa ji krîzê derkeve nîşanî mirovahiye da. Ji 11'ê îlona 2016'an heta niha bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Piştî Ocalan bi temami hat tercîdkirin êdî şerê li Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîn bêtir geş bû. Krîza li Tirkiye bêtir kûr bû. Ji bo fikrên Oclaan belav bikin Kongreya Civaka Demokratik dest bi xebata nû dike. KCD'ê piştî Kongreya xwe pêk anî biryar da ku ji bo tecrîda li ser Oclana rakin xebatan bidin meşandin. KCD'ê mijara tecrîda  Ocalan kirin rojeva xwe û ji bo vê yekê plansazî dan pêş xwe. Endamê Hevserokatiya Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Huseyin Kaya, diyar kir ku Tirkiye û Rojhilata Navîn tenê bi projeyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikarin ji krizê derkevin.    Kaya, anî ziman ku piştî tecrîdkirina li ser Ocalan kriza li Tirkiye û Rojhilata Navin her ku diçe kûr dibe û wiha got: “Li Rojhilata Navîn û Tirkiye li ser kurdan êrîşên dijwar hene. Bi van êrîşan dixwazin tevgera kurdan a azadiyê hilweşine. Hem îktîdar û hem jî muxalif li dijî kurdan bûne yek. Hilbijêr û siyasetmedarên kurd digirin û davêjin zindanê. Tecrîdkirina birêz Ocalan her ku diçe girantir dikin. Tecridkirina Ocalan di heman demê de tecrîdkirina gelê kurd e. Bi vê yekê nikarin bi ser bikevin. Her ku zextên li ser kurdan zêde dibin, kurd bêtir dibin yek. Her ku zextên li ser kurdan zêde dibin, kurd bêtir li Rêberê xwe xwedî derkevin."    ‘ROJHILATA NAVÎN DIKARE BI PROJEYÊN OCALAN DERKEVA NAVERASTÊ   Kaya, bal kişand ser projeyên Ocalan ên ji bo çareseriya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn û wiha lê zêde kir: "Fikrên Birez Ocalan, demokratîkbûna hemû gelên Rojhilata Navîn esas digire. Yekîtiya gelan esas digire. Feraseta ku naxwaze fikrên Ocalan li Rojhilata Navîn belav bibe, tecrîdkirina Ocalan giran dikin. Rojhilata Navîn tenê dikare bi projeyên Ocalan ji vê krîza heyî derkeve naverastê. Pêdiviya hemû mirovahiyê û cîhanê ji Fikrên Brêz Ocalan haye. Bi tecrîdkirina Ocalan dixwazin li gorî xwe pergalekê li Rojhilata Navîn ava bikin. Lê ev yek demorasiyê pêş naxe. Çavê hemû Cîhanê li Rojhilata Navîn e. Hêzên serdest ji bo berjewendiyên xwe gelan tînin hemberî hev û gelan bi hev didin şerkirin. Gelê mezopotamya di ferka vê yekê de ye. Gelê Mezopotamya tekoşîna aştiyê dimeşîne."    PANELA YEKEM LI STENBOLÊ YE   Kaya, anî ziman ku ji bo fikrên Ocalan belav bikin dê panel û semîneran pêk bînin û wiha lê zêde kir: "Xebatên me ji bo rakirina tecrîdkirina Ocalan e. Em de di meha Cotmehê de panel û semîneran pêk bînin. Em dê civînên gel pêk bînin. Em dê di van panel, semîner û civînên gel de fikrên Ocalan parve bikin. Dê panela yekem di meha cotmehê de li Stenbolê dest pê bike.Piştre dê li Amedê û bajarên din panel û semîner bên lidarxistin. Di van panel û semîneran de hem em dê fikrên Ocalan belav bikin. Hem jî em dê li ser avakirina Yekîtiya Neteweya Kurd niqaşan bimeşin. Ji her demê bêtir niha pêdiviya kurdan bi yekîtiyê heye. Ger ku kurd li her derê bibin yek dê rê li pêş vê kaos û tecrîde bigirin. Ji bo vê yekê pêdivî bi neteweya demokratîk heye. "    Kaya da zanîn ku yek ji xebaten KCD'ê dê xebatên hilbijartina rêveberiya herêmî ye û ji bo şaredariyên gel û destkeftiyên gel dîsa paşve bimeşîne dê xebatan bimeşîne.      MA / Mehmet Şah Oruç