Serokê ÎYÎ-SEN'ê Oztutan: Seknek rêxistinî pêwist e 2018-09-18 09:14:53   STENBOL - Serokê Giştî yê ÎYÎ SEN'ê Alî Oztutan, têkildarî çalakiyên karkeran û êrîşên li dijî berxwedana karkeran destnîşan kir ku hem di milê fîzîkî û siyasî de û hem jî di milê daraz û ewlehiyê de astengiyên mezin li pêş karkeran heye û pêwistî bi helwestek rêxistinî ya xurt heye.    Serokê Giştî yê İYİ-SEN'ê Alî Oztutan, bal kişand ser êrîşên li ser karkerên şantiyê û anî ziman ku patron, sermaye u hikûmet bûne yek û hewl dirin hêza karkeran perçe bikin. Ozturan, anî ziman ku li hemberî berxwedanakarkeran esker û polîsên û daraz heye û wiha got: "Li hemberî me hêzek bi rêxistin heye. Divê karker jî li hemberî vê yekê xwe bi rêxistin bikin û helwestek rêxistinî nîşan bidin. Oztutan, anî ziman ku karker bi binçavkirin û girtinê tên tirsandin û wiha got: "Karker ji bo mafê xwe yê rewa û mirovane tên binçavkirin. Tu aliyê van binçavkirinan ên hiqûqî tune ye. Ev bir aşkere biryarek siyasî ye. Niha karkerên şantiyê di bin kontrola polîsan de kar dikin. An tê van şertên koletiyê qebûl bike an ji dê ji kar bê avêtin. Dixwazin bi zext û tundiyê berxewdana karkeran belav bikin û hêza karkeran perçe bikin. Li derve jî bi destê medya çalakiya karkeran reş dikin û mudaxaleyê jî rewa nîşan didin. "   Oztutan, anî ziman ku piraniya karkeran ji derve hatine li vir kar dikin û wiha lê zêde kir: "Mixabin daxwazên karkeran pêk nehat. Karker an dê van şertan qebûl bikin an jî dê ji kar bên avêtin. Lê em bawer dikin ku divê em bi xwe li çareya xwe bigerin û derdê xwe bi xwe derman bikin. Tenê rêya serkeftinê heye ew jî xwe bi rêxistinkirin e. Li dijî van êrîşan hêza bi rêxistin pêwist e."    DEWLET Û SERMAYE BÛ YEK    Rêveberê Înşaat Îş'ê Tezcan Acu jî anî ziman ku di çalakiya karkeran a Balafirgeha 3'emîn û binçavkirinê de jî hat dîtin ku dewlet û sermayedar bûne yek û wiha got: "Wezîrê Xebatê çavê xwe ji vê yekê re digire. Kesê esil berpirsiyar ew bi xwe ye. Dixwazin vê çalakiya karkeran wekî çalakiyek terorîst bidin nîşan. Daxwazên karkeran li ber çavan in. Karker dixwazin li ked û rûmeta xwe xwedî derkevin. Tenê heqê keda xwe dixwazin û dixwazin di şertên mirovan de kar bikin. Mafê xwe yê grevê dixwazin. Divê rayedarên hikûmetê guh bidin daxwazên karkeran.      MA / Melike Ceyhan - Servet Karaduman