Li Amedê bi dehan şîrket ji bo konkordatoyê serî li dadgehê dan 2018-09-18 09:11:28 AMED – Li Amedê ji ber krîza aborî, bi dehan şîrketên ku nikarin deynê xwe bidin, ji bo konkordato serî li dadgehê dan. Serokê DSMMMO'yê Mûstafa Vûral, anî ziman ku dê di demeke kin de ev hejmar zêdetir bibe.  Li Amedê ji ber krîza aborî, gelek şşîrket nikarin deynê xwe bidin û ji bo konkordato (sererastkirina deynan) serî li Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê dan.    Li gorî agahiyên ji Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (DTSO) a Amedê hatin girtin, li Amedê zêdeyî 50 şîrket ji bo konkoratoyê serî li dadgehê dane.    Serokê Odeya Muşavîrên Darayê ya Hesabgirên Serbest a Amedê (DSMMMO) Mûstafa Vûral jî diyar kir ku şîrketên ji bo konkordatoyê serî lê dane, di asasê xwe de top avêtine. Vûral, bilêv kir ku konkordato tê wateya 'min top avêt, eger firsendeke din bê dayîn, dikarim xelas bikim' û got: "Ger deynên şîrketekê ji metlûpên (vexwazî) wê zêdetir dibe, ew şîrket top avêtiye. Ger şîrket topavêtina xwe nexwaze, li gorî qanûna îcra û topavêtinê ev yek sûc e û bi cezayê girtîgehê tê cezakirin. Ev yek beriya îlankirina topavêtinê ya ji ber pirsgirêkên aborî rû dide, rêyeke ku şîrket di warê hiqûqî de serî lê didin."    ‘ROJÊN XIRABTIR LI BENDA ME NE'    Vûral, destnîşan kir ku eger ev pêldariya kûrên dowîzî dewam bike dê şîrket top bavêjin. Vûral got: "Di deynkirina bi dowîzan de xetereyên mezin li pêş kargehan e. Ger qezenca we dowîz be, ne mumkun e ku hûn topê navêjin. Krîz ji nişka ve tesîra xwe nade der. Piştî çend mehan şûnde tesîrê li kargehan dike. Dîmena rastîn di navbera 3-6 mehan de dertê holê. Ji ber vê ne 50, belkî em bi hemareke 500 an jî hezar û 500 re rû bi rû bimînin. Rojên xirabtir li benda me ne."    Vûral got: "Kes sedema krîzê nabêje. Ji bo vê aborîzan, nivîskar tiştekî nabêjin. Çima? Ji tirsa nabêjin. Lê dê bedêla vê krîzê giran be. Heta ku pirsgirêkên sereke yên welat neyên başkirin, ne mimkun e ku krîza aborî çareser bibe. Lê belê herkes baş bi pirsgirêkê dizane."    MA / Lezgin Akdeniz