Egîtîm Senê: Bila astengiyên li dijî perwerdeya zimanê dayîkê rabe 2018-09-17 15:22:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Egîtîm Senê, derbarê perwerde û hindekariya sala 2018 û 2019’an de, li gelek qadan çalakî li darxist û peyama “Bila astengiyên li dijî perwerdeya zimanê dayîkê rabe û perwerdeyek bêpere, demokratîk, zanist û bi kalîte bê dayîn” da.     Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen),  derbarê perwerde û hîndekar4iya sala 2018 û 2019’an de lig elek qadan çalakî pêk anî.    EDENE     Şaxa Egîtîm Sena Edeneyê, li avahiya şaxa xwe bi heman armancê civîna çapemeniyê li dar xist. Seroka Şaxa Egîtîm Sena Edeneyê Seçîl Sonmez, di civînê de axivî û diyar kir ku di sala nû de perwerdehiyek bêkalîte û bêzanist li benda wane.    ‘DIBISTAN BÛNE WEKE BAREGEHÊN LEŞKERÎ’    Sonmez, da zanîn ku dibistan û zanîngeh veguherandine baregehên leşkerî û girtîgehan. Sonmez, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em dixwazin baş bê zanîn ne emê û ne jî malbatên xwendekarên me dê teslîmê vê tabloya reş bibin. Di hindekariya îsal de jî, emê ji bo  maf û xwendekarên xwe bi hêzeke rêxistinkirî pirsgirêk û daxwazên xwe bi dengek bilind daxwaz bikin.”   WAN   Şaxa Egîtîm Sena Wanê jî, Li Parka Feqiyê Teyran daxuyaniyê da çapemeniyê. Kedkaran pankarta “Emê bêdeng nemînin” kirin destên xwe û li ser navê komê Serokê Şaxê Bedrî Yamaç daxuyanî da. Yamaç, diyar kir ku divê perwerdya zimanê dayikê, bêpere, demokratîk, zanist, laîk û bi kalîte bê dayîn. Yamaç, da zanîn ku ewê ji bo perwerdeya zimanê dayikê, demokratîk, zanist, laîk û bi kalîte dê têkoşîna xwe zêdetir bikin.”