Danişîna doza Şahîn Oner sibê ye 2018-09-17 14:20:55 AMED -  Danişîna Doza polîs Selahattîn Korkmaz ê di sibata 2013'an de maxîna zixrî li Şahîn Oner xist û kuşt, dê sibe bê dîtin. Polîsê kujerê Şahîn serbest tê darizandin.      Danişîna doza darizandina ajokarê maşîneya zirxî polîs Selahatatîn Korkmaz, ê di 10’ê Sibata 2013’an de li Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîra Amedê di dema mûdaxliya çalakiyekê de li Şahîn Oner ê 19 salî xist û kuşt dê sibe li Dadgeha Cezayê 1’emîn a Amedê bê dîtin. Bersûc polîs Selahattîn Korkmez bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê” tê darizandin û cezayê mûebeta giran jê re tê xistin. Doz 5 sal şûnde piştî bûyerê hat vekirin, danişîna wê ya herî dawî di 29’ê Gulanê de hatibû dîtin.    ŞAHIDAN GOTIBÛ: CÎNAYETE    Bersûc polîs Korkmaz ê li Edliya Beykoz a Stenbolê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibû, di parastina xwe de gotibû “Min bi zanebûn ne kuştiye.” Lê şahidên bûyerê gotibûn Oner bi zanebûn hatiye kuştin.  Şandeya dadgehê wê demê ji bo kêmasî bên temam kirin, danişîn taloqî 18’ê Îlonê kiribû.    Sibe dê danişîna Şahîn Oner bê  dîtin.