Zarokê di Çemê Dîcle de winda bû jiyan xwe ji dest da 2018-09-17 13:11:19   ŞIRNEX - Muhammet K. ê ji bo hênik bibe ket Çemê Dîcle û winda bû hat dîtin, jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Dîrsekli yê navçeya Cizîra Şirnexê, zarokê 12 salî Muhammet K. ê ji bo hînik bibe ket Çemê Dîcle, di avê de winda bû. Ji bo lêgerîna Muhammet K. ekîbên agirkuj, AFAD û noqavên Şaredariya Cizîrê yên ji aliyê qeyûm ve hatibûn îxraçkirin dest bi xebata lêgerînê kirin.     Muhammet K, piştî lêgerîna saetekê bi awayekê ji ser hişê xwe çûyî ji avê hat derxistin. K. ê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê, ligel hemû mûdaxileyan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê K. ji bo otopsiyê rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.    Di rojên derbas bûyî de, welatiyê binavê Muhammed El Tamer ê ji Sûriyê ye jî, li nêzî heman cihî winda bibû û piştî demek dirêj cenazeyê wî ji çem hatibû derxistin. Bi vê bûyerê re, di çend mehên dawî de, bi giştî 8 kes di Çemê Dîcle de xeniqîn.