Parêzeran ji bo karkerên dibin çavan de serlêdan kirin 2018-09-17 12:48:07   STENBOL - Parêzerên derbarê rayedarên leşkerî yên destûr nedan bi karkerên Balafirgeha 3’emîn ên dibin çavan dene re hevdîtin bikin, li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar a Stenbolê serlêdan sûc kirin.    Parêzerên endamên Hiqûqnasên Ji bo Demokrasî, Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP)  û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a bi KHK’ê hat girtin, ji bo derbarê rewşa karkerên Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê yên hatibûn binçavkirin de agahî bigirin û leşkerên destûr nedan bi karkerên Balafirgeha 3'yemîn ên dibin çavan dene re hevdîtinê bikin, serî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar a Stenbolê û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dan.    3 SERLÊDANÊN CUDA KIRIN    Serlêdana yekemîn, ji bo Serdozgerê Komarê yê lêpirsîna giştî bi rêve dibe, hat kirin.    Serlêdana duyemîn, ji bo Serdozgerê Komarê yê lêpirsîna mijarên bûyerên civakî birêve dibe, hat kirin.    Serlêdana herî dawî jî ji bo 1’yekemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar a Stenbolê hat kirin.    Parêzeran di serlêdanên kirin de, xwestin karkerên bêsûc hatine girtin û binçav kirin demildest bên berdan û hevdîtinê bi wan re bikin.