5 parêzerên 3 roj berê hatin berdan dîsa hatin girtin 2018-09-17 12:10:51   STENBOL - Ji 17 parêzerên 3 roj berê hatin berdan, 5 parêzer dîsa hatin gritin.    Ji 17 parêzerên ku endamên Buroya  Hiqûqê ya Gel (HHB) û Komeleya Hiqûqnasên Çagdaş (ÇHD) ku 5 rojan li 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hatin darizandin û hatin berdan, 5 parêzer disa hatin girtin. Dozgerê Komarê der barê 12 parêzeran de dubare biryara binçavkirinê stend. Li ser vê yekê 5 parêzerên hatin binçavkirin hatin girtin. Piştî 17 parêzer li 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hatin berdan, dozger der barê 12 parêzeran de biryara binçavkirinê da. Li ser îtiraza dozger Parêzer Aytaç Unsal, Aycan Çiçek, Engin Gokoglu, Ahmet Mandaci û Behiç Aşçi hatin binçavkirin. Duh parêzer Aytaç Unsal, Aycan Çiçek, Engin Gökoglu û Behiç Aşçi anîn Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê û sewqî 29'emîn Dadgeha Cezayên a Stenbolê kirin. Piştî parêzer dîsa derketin peşberî dadger, heyeta dadgehê, der barê 4 parêzeran de biryara girtinê da.    Parêzer Ahmet Mandaci ku li Çanakkale hat binçavkirn, bi riya SEGBİS'ê tev li danişînê bû. Piştî darizandinê, heyeta dadgehê der barê Mandaci de jî biryara girtinê da. Tevî mandaci 5 parêzer dubare hatin girtin. Li aliyê din Parêzer Selçuk Kozagaçli jî ji bo îfadeyê bide hat Edliyeya Stenbolê. Polîsan li edliyê Kozagaçli binçav kirin û birin midûriyeta polîsan. Lêpirsîna Kozagaçli didome.