Perwerdehiya îsal di înşaetê de dest pê kir 2018-09-17 11:09:21   EDENE – Li  Navçeya Yuregîr a edeneyê xwendekarên Dibistana Navîn ya Anadolu, li dibistana hêj înşaetê dest bi perwerdehiyê kirin. Xwendekaran di nava malzemeyên înşaetê de dest bi perwerdehiyê kirin.    Li Navçeya Yuregîr a Edeneyê xwendekarên Dibistana Navîn a Anadolu, li avahiya ku hêj înşaeta wê didome dest bi perwerdehiyê kirin. Xwendekarên dibistana seretayî û navîn di nava alav û amûrên înşaetê ku li baxçeya wê belav bûye dest bi serdema nû ya perwerdehiyê kirin. Weliyên xwendekaran bertek nîşanî vê yekê  dan. Malbatan anîn ziman ku zarokên wan di nava malzemeyên înşaetê de perwerde dibin û dema vê yekê ji rayedarên dibistanê re dibêjin, rayedar xwe bi wan re aciz dikin.