Ji bo çareseriyê 700 polîsên sivîl li Balafirgeha 3'emîn bi cih kirin 2018-09-17 10:32:13   STENBOL - Li Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê piştî karkeran li dijî şertên xerab çalakî pêk anîn û nêzî 600 karker hatin binçavkirin, dorpêça polîs û cendirmeyan didome. Hat diyar kirin ku niha jî di nava şantiyê de 700 polîsên sivîl bi cih kirine.      Bi sedan Karkerên Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê di 14'ê Îlonê de li dijî şertên xerab ên kar çalakî pêk anîbûn. Piştî çalakiyê şev nîvê şevê polîs û cendirmeyan bi ser şantiya karkeran de girtibûn û nêzî 600 karker binçav kiribûn.  Karkerên ku hatibûn binçavkirin biribûn Fermandariyên Cendirmeyan ên Arnavutkoy û Maslak a Bajar û Fermandariya Cendirmeyan a Eyupê. Waliyê Stenbolê Vasip Şahin, duh daxuyani dabu û diyar kiribû ku 401 karker hatine binçavkirin û jê 257 karker hatine berdan.    700 POLÎSÊN SIVÎL BI CIH KIRIN   Li aliyekî dorpêça polîs û cendirmeyan a balafirgehê didome. Li aliyê din jî hat diyar kirin ku li herêma şantiyê 700 polîsên sivîl bi cih kirine. Piştî karkeran çalakî pêk anî, rezaleta serwisê jî didome. Karker ji bo li serwîsê suyar bibin bi saetan di dorê de radiwestin û rêzên dirêj ava dikin. Karkeran dixin yek rêzê û li otobusên serwîsê suyar dikin. Îro jî bi sedan karker neçûn ser kar û dest ji kar berdan e.