Dayikên Aştiyê: Li Îmraliyê çi vedişêrin? 2017-10-23 09:16:02 AMED- Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê, diyar kirin ku têkildarî jiyana Rêberê PKK Abdullah Ocalan fikarên mezin dijîn û wiha gotin: “Hevdîtinên malbat û parêzeran tên asteng kirin. Gelo Wezîrê dadê çi vedişêre.”  Nûçeyên têkildarî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di medyaya civakî de hatin serwîskirin, bi mîlyonan mirov kirin nava  gumanan. Mehmet Ocalan herî dawî di 11’ê Îlona 2016’an de çû hevdîtina Rêberê PKK’ê. Ji wê rojê û şûn de tu agahî ji Ocalan nayê girtin.  Meclisa Dayîkên Aştiyê ku ji bo azadiya Ocalan bi salan çalakî li dar xistin, têkildarî rewşa Ocalan a dawî bi fikarin.    ‘ÇIMA WEZARETA DADÊ BÊ DENG E’   Dayîka RAîfe Ozbay, diyar kir ku tecrît hemû civakê eleqedar dike û wiha axivî: “Êrîşên li ser Ocalan, bandorek mezin li gel dike. Ez van êrîşan qebûl nakim. Ji bo hemû girtiyan em van êrîşan qebûl nakin. Ev ne li gorî mafê mirov û hiqûqa heyiye. Gelo çima Wezareta Dadê bêdenge? Ma çi vedişêrin? Tişta ku ji gel vedişêrin divê ragihînin.”   ‘JI BO HUZÛRA WELAT DIVÊ TECRÎT RABE’   Leyla Astan jî anî ziman ku dayîkên aştiyê tim aştî daxwaz kirin û wiha got: “Divê dimildest tecrîta li ser Ocalan bê bi dawîkirin. Divê malbat û parêzerên wî biçin hevdîtanê. Ez bang li hikûmetê dikim ku bes van bê mafiyan bikin. Bila dawî li van binpêkirinên xwe bînin. Divê bi lezgînî têkildarî rewşa Rêberê me, agahî bidin raya giştî. Em dixwazin têkildarî tenduristî û derfetên jiyana wî agahî bigirin. Ji bo huzura welat divê agahî bidin.”      ‘GAVA KU TECRÎT RABE DÊ  PIRSGIRÊK ÇARESER BIBIN’   Dayîka Dîlşah Ozgen a 80’î salî jî diyar kir ku ji bo ev şer rawest pêwîstî bi diyalogê heye û wiha axivî: “Min 40 salên xwe ji bo edaletê da. Tecrîta li ser Ocalan li hemû girtîgehan belav bûye û her ku diçe belav dibe. Êdî ez naxwazim kes bimire û dilê kesekê bişewite. Min sê zarokên xwe di vî şerî de winda kirin. Êdî bes e, bila aştî bê avakirin û dimildest Ocalan serbest bê berdan. Êdî dema diyalogê hatiye. Ev du salin ji Birêz Ocalan agahî nayê girtin û ev yek jî me dixe fikarê.”   ‘BI TECRÎDÊ DIXWAZIN VÎNA GELÊ KURD BIŞKÎN IN’   Dayîk Îffet Muta ya 62 salî jî destnîşan kir ku birayên xwe di şer de daye û wiha axivî: “Ez tecrîda li ser Ocalan şermezar dikim. Çi dibe bila bibe em dest ji kevneşopiyên berxwedanê bernadin. Dewlet bi tecrîtê dixwaze vîn û berxwedana gelê kurd ji holê rabike. Dibe ku Rêberê me di girtîgehê de be, lê bîrdoziya wî li hemû cîhanê belav bûye. Em ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Dê yekîtiya gelê kurd tecrîtê bişkîne.”