ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-17 09:00:07 * Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federe piştî referandum pêk anî, Tirkiye û Irak ketin nava xetek nû ya rêya bazirganiyê. Di nava vê mehê de dê xeta bazirganiyê diyar bibe. Tê diyar kirin ku rêya bazirganiyê û xeta boriyê ya navbera Ovakoy-Beşde, dê di navbera Rêveberiya Herêmî ya Kurdistan û Bakurê Sûriye de sînorekî ava bike.  * Weşanên Lîs pirtûka helbestan a Berken Bereh a bi navê Xana Xemê û romana Dilawer Zeraq a bi navê Bêhna Dara Sincê çap kir.    *  Karkerê Balafirgeha 3’emîn a Stenbolê Bariş Ardiç, bal kişand ser şert û mercên xebatên înşaeta balafirehê û diyar kir ku wekî di kampên dîlgirtine de dixebitin. Ardiç, anî ziman ku keseki şevekê li wir razê roja din ji ber xurê nikare raweste.    * Li Tirkiye, ji ber krîza aborî û bazirganiya girêdayî derve her tişt qat duqat zêde bûn. Çay, şekir, kahwe û tahîna ku ji Herêma Federe a Kurdistanê di deriyê Xabûrê re tînin Sîlopiyê di 3 mehên dawî de ji sedî sed zem bûn.    * Cîgirê Serokê Giştî yê Odeyên Pîşeyî û Sendîkayên Karkeran a CHP'ê Velî Agbaba, dê li avahiya CHP'ê ya Stenbolê têkildarî çalakiya rewşa karkerên Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.  (12.00)   * Şaxa 1'emîn Egîtîm Senê ya Amedê dê têkildarî sala nû ya perwerdehiyê raporê aşkere bike. (12.30)   * Jin di roja yekem a vekirina dibistanan de bi dirûşmeya "Îstîsmara li dijî zarokan dikare bê astengkirin" dê li pêş Midûriyeta Perwerdehiyê ya Stenbolê daxuyaniê bidin çapemeniyê. (15.00)