Li gorî Waliyê Stenbolê tu pirsgirêk tune! Eskeran 401 karker şev nîvê şevê li şantiyê binçav kiribûn 2018-09-16 22:09:09   STENBOL - Esker û tîmên taybet bi ser şantiya karkeran a Balafirgeha 3’emîn a Stenbolê de girtibûn û 401 karker binçavkiribûn. Têkildarî bûyerê Waliyê Stenbolê Vasip Şahîn daxuyanî da û got "Tu pirsgirêk tune. 401 karker hatine binçav kirin. Ji van karkeran 275 karker hatine berdan."    Polîs û cendirmeyan 2 şev berê bi ser wergeh û şantiya karkerên Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê de girtibûn. Şevê din dema karkeran xwestibûn binçavkirinê şermezar bikin û daxuyanî dabûn dîsa rastî mudaxaleya polisan hatibûn. Polîsan di mudaxaleya çalakiyê de jî herî kêm 5 kes binçavkiribûn. Ji kesên hatin binçavkirin jê 160 karker serê sibê hatin berdan. Waliyê Stenbolê Vasip Şahin têkildarî binçavkirina karkerên Balafirgeha 3’emîn daxuyanî da û wiha got: "ÎGA xelat dane destpêkirin. Di milê xebata kar de li wir tu pirsgirêk tune. Karkeran serê sibê dest bi kar kirin. Roja înê piştî çalakiya karkeran 401 karker hatin binçavkirin. Ji wan 275 kes hatin berdan.    Polîs, esker û tîmên taybet 2 roj berê şev nivê şevê bi ser şantiyan û şevnişînê karkeran de girtibûn. Deriyên odeyan şikandibûn û 401 karker binçav kiribûn. Ji 401 karkerên hatin binçavkirin jê hêj 126 karker di bin çavan de ne.