Bav keça xwe kuşt 2018-09-16 21:56:29   SILÊMANIYE  - Li Silêmaniyê bav bi guleyan êrîşê keç û hevjîna xwe kir û keça xwe kuşt.    Li Silêmaniyê, bav bi guleyan êrîşê hevjîn û keça xwe kir. Di êrişê de keça ciwan jiyana xwe ji dest da. Hevjîn jî bi giranî birîndar bû. Piştî êrîşê bav gule berda xwe û xwe jî kuşt. Li gorî zanyariyên rêveberiya parêzgeha Silêmaniyê, danê êvarî li Kurd Sîtî 2, zilamekî keç û hevjina xwe bi giranî birîndar kir. Di êrîşê de keça 16 salî ya ciwan B.X.X jiyana xwe ji dest da. Dayîk B.E.E jî bi giranî birîndar bû. Piştî bûyerê bavê êrîşkar xwe jî kuşt. Pişti bûyerê polîsan dest bi lêkolînê kirin. Li gorî bilançoya rojane ya ROJNEWS'ê ji destpêka îsal ve 234 kes ji herdû rêgezan li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin an xwe kuştine.