Ji parêzerên hatin berdan 4 jê hatin girtin 2018-09-16 16:42:13   STENBOL - Ji 17 parêzerên 2 roj berê hatin berdan, jê 4 parêzer dîsa hatin girtin. Parêzer Selçuk Kozagaçli ku der barê wî de biryara binçavkirinê hat dayîn jî hat edliyê.    Ji 17 parêzerên ku endamên Buroya  Hiqûqê ya Gel (HHB) û Komeleya Hiqûqnasên Çagdaş (ÇHD) ku 5 rojan li 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hatin darizandin û hatin berdan, jê 5 parêzer disa hatin binçav kirin û 4 ji wan li ser îtîraza dozger dîsa hatin girtin. Piştî 17 parêzer li 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hatin berdan, dozger der barê 12 parêzeran de biryara binçavkirinê da. Li ser îtiraza dozger Parêzer Aytaç Unsal, Aycan Çiçek, Engin Gokoglu, Ahmet Mandaci û Behiç Aşçi hatin binçavkirin. Ji 5 parêzerên ku dîsa hatin binçavkirin jê 4 parêzer hatin girtin. Serê sibê Parêzer Aytaç Unsal, Aycan Çiçek, Engin Gökoglu û Behiç Aşçi anîn Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê û sewqî 29'emîn Dadgeha Cezayên a Stenbolê kirin. Piştî parêzer dîsa derketin peşberî dadger, heyeta dadgehê, der barê 4 parêzeran de biryara girtinê da.    Parêzer Ahmet Mandaci ku li Çanakkale hat binçavkirn, hêj lêpirsîna wî didome. Mandaci bi riya SEGBİS'ê tev li danişînê bû. Li aliyê din Parêzer Selçuk Kozagaçli jî ji bo îfadeyê bide hat Edliyeya Stenbolê.