Qeyûm 2 salin deynê DEDAŞ'ê nade 2018-09-16 15:37:44   ÊLIH - Hevşaredarê Qubînê Mustafa Ozturk ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin got: "Ji ber qeyûm 2 salin deynê ceyranê nade, ceyrana şaredariyê hatiye qutkirin. Lê hin medya hawiz suc davê ser DBP'ê û şaredariya DBP’ê reş dikin."   Şîrketa Anonîm a Belavkariya Elektîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ), ji ber 2 salin qeyûmê Şaredariya Qubînê ceyrana şaredariyê nade, ceyrana şaredariyê qut kir. DEDAŞ ji bo dîsa ceyrana Şaredariya Qeyûm tayinê wê kiriye berde, xwestibû deynê xwe bide. Li ser vê yekê Qeyûm bi maşineyên kar perarêyên ber nûnertiya DEDAŞ'ê rakiribûn. Piştî Qeyûm rêya pêş DEDAŞ'ê xera kir û rakir DEDAŞ'ê dîsa ceyran berdabû.    Hevşaredarên Qubînê ku qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin Mustafa Ozturk û Dicle Erdem, têkildarî mijarê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran û gelek kesên din amade bûn. Hevşaredarê Qubînê Mustafa Ozturk, diyar kir ku ji bo qeyûm ser kêmasiyên xwe bincil bike, daxuyaniyên şaş belav dike û aqilê milek tev li hev dike. Ozturk, anî ziman ku di navbera DEDAŞ û qeyûmê de alozî hene û wiha got: "Hin medya hawiz li şûna rastiyê bibîne ji vê aloziyê firsendê dibîne û şaredariyên DBP’ê reş dikin. Ev deynê şaredariyê aydî 2 sal û 5 mehên dawî yên serdema Qeyûmê ne. Ev nûçe û gotinen qeyûm hemû bêbextî ne.    ‘500 HEZAR DEYN DAYE'   Ozturk, anî ziman ku qeyûm quriyek deyn jî nedaye DEDAŞ'ê û wiha got: "Dema em hatin ser kar me 500 hezar TL deyn da Şîrketa Ceyranê ya Dîcle. Me ev yek bi biryara meclîsê pek anî. Lê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin 2 salin deynê DEDAŞ'ê yê ceyranê nedaye. Di 6 mehên dawî de bi dehan caran teblîgat şandin şaredariyê. Lê dîsa deynê şaredariyê neda.    1 MILYON TL PEREYÊ ŞAREDARIYÊ HEBÛ    Ozturk, anî ziman ku dema qeyûm tayînî şaredariyê kirin, 5 maşîne ji bo şaredariyê stendin û di qaseya wan de 1 milyon TL pereyên wan hebû."