Kesên di teqîna Peyanisê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bibîranîn 2018-09-16 15:09:30   COLEMÊRG - 9 kesên di teqîna gundê Peyanisê de jiyana xwe ji dest dan, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Malbatan, diyar kirin ku ligel bi ser bûyerê re 9 sal derbas bûn jî, hîna jî bûyer nehatiye ronîkirin û bertek nîşanî vê yekê dan.   Li gundê Peyanisê ya Colemêrgê, 9 kesên dinavê de zarok jî heyîn yên di teqîna 16’ê Îlona 2010’an de jiyana xwe ji dest dan, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.     Mînîbûsa ajokarê wê Aydin Arol bû, gava bi rê diçû teqîn rû da û di teqîn de; Ayd,n Erol (30), Eşref Gur (32), Enes Erol (22), Şîrîn Kurt (23), Abuzeyît Îdem (40), Canê Dayan (50), Zarîfe Çîftçî (25), Semîha Dayan (35), Nurullah Çîftçî (2) û Umut Çîftçî (3) jiyana xwe ji dest dabûn.    ‘ŞEV Û ROJÊN ME NE DIYARIN’   Cahît Erol ê ji malbata wî 8 kesan di teqînê de jiyana xwe ji dest dan, li goristina Peyanisê gora kurê xwe Aydin Erol û gurên xizmên malbata xwe ziyaret kirin. Erol, diyar  kir ku divê bûyer neyê ji bîr kirin û wiha axivî: “Di ser felekata bi serê me de hatî re 9 sal derbas bûn. Li vê derê 9 malbat bêzar bûn. Tişta herî zêde canê me diêşîne, heya roja îro kesekê tiştek ji me pirs nekirin û tiştek ji me re negotin. Êdî me baweriya xwe ji mirovan qût kirinye û em tenê hêvî ji Xwedê dikin. Em her roj dimirin. Hemû kes zarokên xwe dizewicînin, keyf û şahî dikin, lê em her roj êş û azaran dikişîn in. Şev û rojên me ne diyarin.”    ‘KES DENGÊ ME NABIHÎSE’   Hevjînê Cahît Erol ê piştî bûyerê ji ber tengaviyên jiya çavekê wî kûr bû Behîce Erol jî, anî ziman ku bi ser bûyerê re 9 sal derbas bûn û wiha bilêv kir: “Ez her roj dikim qêrîn û hawar. Lê kes dengê me nabihise. Êdî em nizanin emê çawan dengê xwe bidin bihîsin. Di vê teqînê de ne tenê zarokên me, em jî bi zarokên xwe re hatin kuştin û qetilkirin. Hemû jiyana me bi êş û azaran derbas dibe. Ji ber vê yekê êdî tiştekê ku bêjim tuneye.”    Malbat û xizmên Erol piştî bîranînê ji goristanê veqetiyan.