Bi bendav û HES'an Çemê Cendere ziwa dikin 2018-09-16 09:13:21   SENSÛR - Li Semsûrê,  Çemê Cendere yê baskekê Çemê Kahta ye û di heman demê de jêderka xwe ji çemê Firatê digire ji ber bendav û HES’an ziwa dibe. Ji ber projeyên li herêmê tên çêkirin, fikara çem bi temamî ziwa bibe tê jiyîn.    Çemê Cendere yê li navçeya Kolik a Semsûrê ku baskekê Çemê Kahtaye û di heman demê de jêderka xwe ji çemê Firatê digire, ji ber Bendav û Santrala Termîk a Ceyrana Hîdro (HES) beşekê mezin ziwa bûye. Piştî projeya HES’ê bi dawî bû û bikeve faliyetê, fikara Çemê Cendere bi giştî ziwa bibe tê jiyîn.    BEŞEKÊ MEZIN ZIWA BÛYE    Di çarçoveya Projeya Başûrê Anatoliya (GAP) de, di  sala 1983’yan de di navbera Semsûr û Rihayê de bi armanca avadanî û enerjiyê li ser Çemê Firatê bandeva Ataturkê hat avakirin û di sala 1994’an de ket fealiyetê û beşeke mezin a Çemê Cendere ziwa kir. Dûre HES’a Sirimtaş li ser çemê Cendere ya nêzî navçeya Kolik a Semsûrê hat kirin û zirarek mezin da çem.  Çemê Cendere ya di navçeyên Sîncîk, Kolik, Çîlikan, Alduş û Şemîzînan ên Semsûrê re derbas dibe û ji Kolinê ber bi çemê Firatê ve dihere, yek ji jêderkên avê yên herî girîng ê herêmê ye.    PROJEYÊN NÛ DÊ BANDORÊ LI SER BIKE   Çemê Cendere ya bi pira xwe Cendere ya ji serdema Romayê ve mayî, xwedî bandorek mezin a xweşike. Welatiyên dixwazin ji kelegerma havînê birevin xwe disperên Çemê Cendere.  Piştî projeya HES’ê ya Karakuş bi dawî bû û bikeve faliyetê, fikara Çemê Cendere bi giştî ziwa bibe tê jiyîn.   ERDÊN ÇANDINIYÊ YÊN DEWLEMEND BI TALOKÊ RE RÛ BI RÛ NE   Erdên çandiniyê yên dewlemed ên navçeyên Kolik, Alduş, Şemîzînan, Çîlikan û bajarokên van navçeyan ji ber çêkirina bendav û HES’an bi talokê re rû bi rû ne. Welatiyên li van navçe û bajarokan bi çandinî û sewalkariyê ve eleqeder dibin, fikarên mezin dijîn. Dozên wan ên li dijî avakirina projeyên HES’an ên li ser çem vekirin jî, bêencam man û gelê herêmê ziwabûna jêderkên avên herêmê dinava bêçaretiyek mezin de temaşe dikin. Gelê herêmê, diyar kir ku bi ziwabûna Çemê Cendere re dê hemû araziyên çandiniyê yên dewlemend bikevin talokê û bang li rayedaran kirin ku ji bo vê pirsgirêkê çareseriyek lezgîn bibînin.   ‘DIXWAZIN KOKÊN ME JÎ TUNE BIKIN’   Azîz Bulbul ê li goma Çemê Kolik dijî û zeviyên wî li kêleka Çemê Cendere heyî, diyar kir ku tenê ava wan nayê tune kirin û wiha axivî: “Di heman demê de bîranên me jî tên tunekirin. Li vê derê biranîna hemû êş û keyfxweşiyên me hene. Ji bo çend qûriş pere, xwezaya me ya rewşedar tune dikin. Dema van deran tune dikin, di haman demê de kokên me jî tune dikin.”    ‘BERÎ BENDAV BÊ AVAKIRIN BI XUMXUM DIHERIKÎ’   Ahmet Yaşar jî, anî ziman ku berî Bendava Ataturk bê avakirin Çemê Cendere kûr bû û bi xumxum diherikî û wiha got: “Havî her heftê bi sedan mirov dihan seyranê. Mirov derzî bavêta erdê li erdê nediket. Lê niha kes nayê seyranê. Zarokatiya min di Cendere de derbas bû. Li dijî Semsûrê xerabiya herî mezin avakirina HES’ane. Kesekê nexwest ev HES bên avakirin. Ji bo ku hîn zêdetir pereyan qezenc bikin xwezaya me tune dikin. Ger dixwazin pereyan qezenc bikin, li şûna projeyên dijminên xwezayê, bila tûrizmê teşwîq bikin.    MA / Erdogan Alayûmat