Dadgehê ji bo kesê tecawîzkar biryara paratinê da! 2018-09-16 09:05:25       ÎZMÎR -  Derket holê ku M.D. ê ku salekê bi awayekî sîstematîk êrîşa zayendî li dijî jina ciwan O.S. pêk anî, nehatiye girtin û dadgehê der barê wî de biryara parastinê da. Bav Suleyman S., diyar kir ku biryara parastina M.D. ne biryareke adîlaneye û got: "Me ji mecbûrî keça xwe da dewletê."    Li navçeya Bûca ya Îzmîrê, derket holê ku M.D. heya salekê bi awayekî sîtematîk êrîşa zayendî li dijî O.S. ya di mehan taxê de dijîn, pêk aniye. Piştî derket holê O.S. ducanî ye, tiştên hatine serê wê ji malbata xwe re vegot. Dûre M.D. rojekê di bin çavan de dimîne û paşê tê berdan. Piştî bûyerê Amîrtiya Polîsan a Bûcayê, xwest der barê O.S. û M.D. de tevdîr bên girtin. Li ser vê yekê Dadgeha Malbatê ya 3'yemîn a Îzmîrê li gorî Qanûna Jimara 6284'an der barê O.S. û M.D. de biryara parastinê da.    JI BO KESÊ TECAWIZ KIR BIRYARA PARASTINÊ HAT DAYÎN!   Dadgeha Malbatê ya 3'yan a Îzmîrê, bi îdiaya ku A.S., E.S., M.S. û S.S., gef li O.S'yê û M.D. xwarine, biryara parastinê hatiye dayîn.    ‘JI MECBÛRÎ ME KEÇA XWE DA DEWLETÊ'    Bavê O.S Suleyman S., bertek nîşanî biryara ji bo parastina M.D. hatiye dayîn da û got wan şidet li kesî nekiriye. Bav Suleyman S., diyar kir ku biryara parastina M.D. ne biryarek adîlane ye û wiha bilêv klir: "Ji bo xizmên me keça min nekujin, me ew teslîmî mala hêwirandinê ya jinan kir. Keça min ducanî bû, me nexwest ne ew ne jî pitika wê zirarê bibînin. Ji mecbûrî me keça xwe da dewletê."    MA / Ruken Demîr