Gergerlîoglû ji bo binpêkirina mafan pergala serlêdanê ya onlîne ava kir 2018-09-16 09:03:31   ENQERE – Parlementerê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglû, ji bo welatî pirsgirêkên xwe ragihînin pergaleke serlêdanê ya onlîneyî ava kir. Gergerlîoglû, anî ziman ku di du mehan de 372 kesan serî lê daye û wî ji vana 127 binpêkirinên mafan berpêşî komîsyonê kiriye û 52 pêşniyazpirs berpêşî Meclîsê kirine.    Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, ji bo welatî pirsgirêkên bi wan re rû bi rû dimînin ragînin pergaleke serlêdanê ya onlîneyî ava kir.    DU 2 MEHAN DE 372 KESAN SERÎ LÊ DA    Navê pergal li ser înternetê ye û navê wê "Forma Pêwendiyê ya Welatiyan" e. Welatî bi rêya vê pergala onlîneyî pirsgirêkên xwe radihînin û ji bo raghandinê formê tije dikin. Nêzî du meh e ev pergal hatiye avakirin û heta niha 372 kesan serî lê daye. Gergerlîoglû jî van pirsgirêkan radigihîne saziyên têkildar.    Gergerlîoglû ji bo vê pergala ku ava kiriye got: "Gelek komên cuda serî lê didin. Ji bo em di ber vana re bigihên, me organîzeyeke bi rêk û pêk çêkir û me forma pêwendiyê ya welatiyan çêkir. Tevî medyaya civakî em bi rêya vê jî xwe digihînin pirsgirêkan. Dema ev form digihê destê me, em ji bo wê tev digerin û serî li saziyên têkildar didin. Pêşî em van pirsgirêkan radigînin Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û paşê saziyên têkildar."    ‘SER BINPÊKIRINAN TÊ GIRTIN'    Gergerlîoglû, destnîşan kir ku ew ji bo vê yekê pêşniyazpirsan jî amade dikin û berpêşî meclîsê dikin. Gergerlîoglû, diyar kir ku di nav du mehan de wan di warê binpêkirinên mafan de 52 pêşniyazpirs berpêşî meclîsê kirine. Gergerlîoglû, anî ziman kir ku lê belê heta niha yek ji van jî nehatiye bersivandin û got: "Bi vê diyar e ser binpêkirinên mafan tên girtin. Bersivê nadin û dixwazin bi vî awayî bûyer sar bibe. Lê em ê dev jê bernedin. Em wan dişopînin. Em ê tiştên tên kirin teşhîr bikin."    ‘LI GIRTÎGEHAN HIQÛQA DIJMINATIYÊ TÊ SEPANDIN'    Gergerlîoglû, destnîşan kir ku herî zêde li girtîgehan maf tên binpêkirin û ji bo ev binpêkirin li cihê cih bên lêkolînkirin wan ji 50 carî zêdetir serî li Wezareta Dadê daye. Gergerlîoglû, bilêv kir ku her diçe binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêdetir dibin û got: "Sedema ku niha rewşa li girtîgehan nebaş e, bêhiqûqîtî ye, liv û tevgera kêfî ya rêveberan e. Hiqûqa dijminatiyê tê sepandin. Tolê ji girtiyan hiltînin."    Gergerlîoglû, anî ziman ku niha li welat hiqûq tune ye û li hember vê dîmenê Meclîs tewreke çalak nîşan nade û got: "Gel em hilbijartine û şandine vira. Lê guh nadin îtirazên me. Fermana qesrê pêk tînin. Wekî makîneya destrakirinê dixebitin. Ji qesrê çi hatibe demildest erê dikin. Nahêlin meclîs bixebite. Car carinan tuzukê jî bin pê dikin. Ev dîmeneke nexweş e. Wekî muxalefet em bi awayekî tund îtirazî vê yekê dikin. Lê ji berzêdebûna hejmarê ev îtiraz venaguherin tiştekî berbiçav. Tekane rê ew e ku siyaset dîsa veguhere rewşeke çalak. Divê em çareseriyê bi rêya siaysetê peyda bikin. Ev yek di destê me de. Îjar eger em jî xwe pasîf bikin, wekî din tê tu rê nemînin. Erdogan heta ji dest tê bêhiqûqîtiyê ferz dike. Bawer nakim ku ev bêhiqûqîtî wisa dewam bike. Lê dê ev jî bi hewldanên me pêk bê. Divê em binpêkirinên mafan teşhîr bikin."    Navnîşan pergala serlêdanê ya onlîne ya Gergerlîoglû:    “https://docs.google.com/forms/d/1lW7Jc3YbtC5CU3_Ie24P2Ggl8GzlUIXDWBoyiAXZMz8/edit” link üzerinden ulaşılabiliyor.     MA / Hayri Demir