Wênekêşê AFP'ê Kiliç di çalakiya karkeran de hat binçavkirin 2018-09-16 08:10:21   STENBOL - Wênekêşê AFP'ê Bulent Kiliç ku dema çalakiya karkerên 3'emîn Balafirgeha Stenbolê dikişand, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.    Wênekêşê AFP'ê Bulent Kiliç, dema duh çalakiya karkeran û êrîşa polîsan a li dijî karkeran dikişand dikişand, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS), li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kir ku nuçegîhanê AFP'ê Bulent Kiliç dema wêneyê çalakiya karkerên 3'yemîn Balafirgeha Stenbolê dikişand ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. TGS'ê xwest Kiliç bi lez serbes berdin û got: "En ne kole ne, hempîşeyên me bi lez berdin. Rojnamegerî ne sûc e."    Kiliç e duh hat binçavkirin piştî lepirsine serbest hat berdan.