Ajokarên TIR’an ên li ser sînor dihatin rawestandin, paşve vegeriyan fabrîqeyan 2018-09-15 18:00:39   TIR’ên li ser sînor paşve vegeriyan   ŞIRNEX - Bi hezaran TIR û kamyonên ard  barkirî ku  bi hinceta îxracata ard hatiye sînordarkirin, destûr nedan sînorê Herêma Kurdistana Federe derbas bikin, vegeriyan fabrîqeyan.    Wezareta Bazirganiyê piştî zêdebuna dolar, bi hinceta bûhayê ard  “Ji bo Îstîkrara bûhayan pêk bê, serfkariyê biparêzin û pêşiya spekulesyonan bigirin” îxracata ard bi sînordar kiribû.  Ji ber sînordarkirina îxracata ard bi hezaran TIR û kamyonên ard lê barkirîn ên ji bo biçin Herêma Kurdistana Federe li Deriyê Sînor ê Xabûrê yê navçeya Sîlopî ya Şirnexê hatibûn rawestandin.   TIR û kamyonên ji Konya, Edene, Mêrsîn, Mêrdîn û gelek bajarên din hatibûn ber sînor, piştî nezî du  hefteyan hatin rawestandin û çareseriyek ji bo pirsgirêka  wan nehat dîtin, vegeriyan bajarên xwe. Li gorî agahiya ajokaran, êdî sebra wan nemaye ku rawestin û ji bo barê xwe paşve bibin zext li xwediyê fabriqeyan kirin. Li ser vê yekê ajokar vegeriyan bajarên xwe û barên wesayîtên xwe li fabriqeyan danîn.