Egîtîm Sen: Bêkontroliya di dibistanan de dibe sedema mirina zarokan 2018-09-15 16:36:48 MELETÎ - Şaxa Egîtîm Sena Meletiyê, derbarê Mîray Korkmaz a di rojên derbasbûyî de ket hewzê dibistana dayikê ya taybet û jiyana xwe  ji dest da de civîna çapemeniyê lidar xist û di civînê de Serokê Şaxê Kazim Albayrak axivî û got: “Miray ji ber bêkontroliya di dibistanê de, jiyana xwe ji dest da.” Şaxa Egîtîm Sena Meletiyê, derbarê zaroka 5 salî Mîray Korkmaz a berî hefteyekê ket hewza dibîstana dayikê ya taybet û jiyana xwe ji dest da de, civîna çapemeniyê lidar xist. Civîn li avahiya şaxê hat li dar xistin û Serokê Şaxê Kazim Albayrak di civînê de axivî. Albayrak, diyar kir ku çapemeniya herêmî neteweyî ya nûçeya mirina Mîray serwîs kirin, ew weke astengdara mejî dan nasîn û wiha bertekên xwe anîn ziman: “pênase kirin. Van nûçeyan bandorek mezin li bav û dayîka Mîray kirin. Mîray di dibistanên taybet de ji ber  bêkontroliyê jiyana xwe ji dest da. Di sala dawî de, ji ber bêkontroliyê 20 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 600 zarok jî birîndar bûn. Divê li dibistanan pergala kontrolkirinê bê avakirin. Ger kontrolek cîdî neyê pêşxistin, dê ev pirsgirêk berdewam bikin, dîsan zarok birindar bibin û jiyana xwe ji dest bidin.”