Ligel astengiyên polîsan jî ‘Rûniştina F’ hat lidarxistin 2018-09-15 15:59:43   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê, di çalakiya hefteya 338’emîn a Rûniştina F de, xwest girtiyê nexweş Mehmet Salîh Fîlîz bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenboêlê, bi daxwaza berdanan girtiyên nexweş di çalakiya hefteya 338’emîn a Rûniştina F de xwest girtiyê nexweşîna giran Mehmet Salih Fîlîz bê berdan. Çalakî li ber Şaxa ÎHD’a Stenbolê hat lidarxistin. Pankarta “Bila girtiyê nexweş Mehmet Salîh Fîlîz bê berdana” û wêneyên wî bi pencereya avahiya şaxê ve hat kirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran metna çapemeniyê xwend.    'MEXDÛRÊ POZANTI BÛ'   Onaran, bal kişand ser rewşa tenduristiya Fîlîz û wiha ev agahî dan: “Fîlîz di Tebaxa 1995’an de hat dinê. Di temenê xwe yê zaroktiyê de gelek caran hat binçavkirin û girtin. Fîlîz yek ji şahidên zarokên di sala 2012’an de li Girtîgeha Pozanti ya Edeneyê rastî tacîz û tecawîzan hatibûn. Piştî hat berdan tim rastî gefan hat û di sala 2015’an de dîsan hat girtin. Fîlîz niha li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê tê girtin. Fîlîz ji 9-10 dozan tê darizandin.”    'NAYÊ DERMAN KIRIN'   Onaran, diyar kir ku Fîlîz berî bê girtin emeliyeta apandîsê derbas kir û wiha bilêv kir: “Piştî hat girtin tim tim êşên giran derbas kirin. Êdî nedikarî rûne û dema birin nexweşxanê jêre hat gotin ku bawesîra wî heye. Ger Fîlîz neyê dermankirin, dê ji ber nexweşiyên xwe yên din bi nexweşina pençeşêrê bike. Fîlîz an nayê dermankirin, an jî dermankirina wî tê taloqkirin. Berî nexweşiyên Fîlîz girantir bibin, em dixwazin bê berdan.”   Onaran, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li gorî danayên Wezareta Dadê, di girtîgehên Tirkiyeyê de, 35-36 hezar kes girtine û ev hejmar ji kapasiyeta girtîgehan pir pir zêdetire. Ji ber vê hewl didin bi çêkirina girtîgehên nû, vê yekê veşêrin.”