543 karker di bin çavan de ne 2018-09-15 15:45:03   STENBOL - Polîs û cendirmeyan şev nîvê şevê bi ser kawîş û wargehên karkerên 3'emîn Balafirgeha Stenbolê de girtin û bi sedan karker binçav kiribûn. Derket holê ku bi giştî 543 karker hatine binçavkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erkan Baş, diyar kir ku ji ber karkeran mafê xwe yê mirovî xwestin hatin binçavkirin û wiha got: "Karker bi otobusên şîrketê birin qereqolê. Ev pir aşkere nîşan dike ku dewlet û patron yek alî ne. "    Cendirmeyan şev nîvê şevê bi ser şevnişînên karkerên Balafirgeha 3'emîn de girtin û bi sedan karker binçavkirin. Karkeran duh ji bo şertên xerab şermezar bikin çalakî pêk anîbûn. Patronên şîrketa Balafirgehê ewil daxwazên karkeran qebûl kirin û piştre red kiribûn. Piştî çalakiya duh şevê din karker hatin binçavkirin. Cendirmeyan bi maşînê zirxî û TOMA bi ser şevnişîvên karkeran de girt û deriyê kawîşên karkeran şikandin û ketin hundir. Hat diyar kirin ku bi giştî 543 karker hatine binçavkirin. Ji karkerên hatin binçavkirin jê 380 karker birine Qereqola Cendirmeyan a Artavutlukê, 73 karker birine Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a li Maslakê û 90 karker jî birine Fermandariya Cendirmeyan a Eyubê.    Piştî operasyonê gelek parêzerên Endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) û Platforma Hiqûqnasên Hemdem (ÇHP) bi armanca piştgiriya hiqûqî bide karkeran çûn qereqolan. Li bendê ye ku parêzer der barê binçavkirinê de agahiyan parve bike. Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Zuleyha Gulum û Erkan Baş jî ji bo piştgiriyê bidin karkeran li pêş Fermandariya Cendirmeyan a Arnavutkoyê radiwestin. Erkan Baş têkildarî binçavkirina karkeran diyar kir ku ji ber karkeran mafê xwe yê mirovî xwestin hatin binçavkirin û wiha got: "Karker bi otobusên şîrketê birin qereqolê. Ev pir aşkere nîşan dike ku dewlet û patron yek alî ne. "