Egîtim Sen: Wêneyê perwerdehiyê facîaya Aladagê ye 2018-09-15 15:31:18   ENQERE - Navenda  Giştîya Egîtîm Sen'ê beriya serdema hîndekarî û perwerdehiyê ya sala 2018-2019'an dest pê bike, rapora rewşa perwerdehiya Tirkiye parve kir. Seroka Giştî ya Feray Aytekin Aydogan, diyar kir ku wêneyê pergala perwerdehiya li Tirkiye  di faîcaaya Wareha Xwendekaran a  Aladagê de veşarî ye.    Sendîkaya Egitim-Senê beriya di 17'ê Îlonê de serdema hîndekarî û perwerdehiya 2018-2019'an dest pê bike, der barê rewşa perwerdehiya li Tirkiye de raporek amade kir û bi raya giştî re parve kir. Egîtîm Sen'ê rapor li avahiya Navenda Giştî ya sendîkayê bi civîna çapemeniyê parve kir. Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Feray Aytekin Aydogan rapor parve kir. Aydogan, diyar kir ku piştî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) di 9'ê Îlonê re îstatîstikên sala 2017-2018'an parve kir hat dîtin ku pergala perwerdehiyê çawa bi destê îktîdarê tê teşekirin û dibin ser piyê zinar. Aydogan, anî ziman ku pîvan û krîterên lîkayetê ji holê hatine rakirin û di sala 2012'an de piştî pergala 4+4+4 xistin meriyetê, pirsgirêkên perwerdehiyê gelek zêde bûn. Aydogan, anî ziman ku piştî darbeya 15'ê Tîrmehê bê hiqûqî derket asta herî jor û pîvanên liyakat ji holê hatin rakirin.    Aydogan, da zanîn ku bi hezaran mamoste nehatine tayînkirin û xwendekar jî ji perwerdehiya zanistî û cemaweriyê bê par hatine hiştin. Aydogan, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên perwerdehiyê û wiha got: "Di 6 salên dawî de hêjmara dibistanbûnên sereteyî ji sedî 98,86’an daketiye ji sedî 91,54'an. Hêjmara dibistanên navîn jî ji sedî 93,09’an derketiye ji sedî 94,47’an.    Aydogan, da zanîn ku polîtîkaya arizîkirina dibistanan di salên 2018-2019'an de jî berdewam dike û wiha got: "Di serdema hîndekariya salên 2017-2018'an de ji 11 hezar û 694 dibistanan, jê 5 hezar û 218 dibistanên taybet saziyên beriya dibistanê bûn. Di salekê de hêjmara dibistanên taybet 588 heb zêde bûne. Dîsa di heman salê de hêjmara xwendekaran jî 35 hezar zêde bûne. Li bajarên Stenbol, Enqere, Edene, Mereş, Osmaniye, Yozgat, Gumuşxane, Erzirom, Bayburt, Agirî, Qers, Idîr, Xerpêt, Wan, Mûş, Bedlîs, Dîlok, Riha û Mêrdînê rêjeya dibistanîyan a beriya dibistana sereteyî pir kêm bûye. Li Dibistanan bingeha olperestiyê bi pergala de 4+4+4'an a 2012'an dest pê kiriye.    Di salên 2012-201'an de 28 hezar û 177 dibistanên seretayî, 16 hezar û 83 dibistanên navîn, di salên 2017-2018'an de 23 hezar û 349 dibistanên seretayî, 16 hezar û 875 dibistanên navîn hatin vekirin. Di salên 2012-2013'an de 6 milyon û 426 hezar û 529 xwendekar çûn dibistana seretayî. 5 milyon û 402 hezar û 692 xwendekar çûn dibistana seretayî. Sala par 4 milyon û 870 hezar û 859 xwendakar çûn dibistana navîn û 5  milyon û 77 hezar û 153 xwendekar jî çûn dibistana seretayî. 4 hezar û 828 dibistanên dewletê hene. Dibistanên seretayî 556 hezar û dibistanên navîn jî 326 hezar in. Dibistanên taybet jî di sala 2012-2013'an de 992 dibistana seretayî, 904 dibistanên navîn heye. Li Tirkiye di salên 2017-2018/fı yd 11 hezar û 694  dibistanên taybet hene. Beriya pergala 4+4+4'an hêjmara dibistanên taybet 4 hezar û 664 dibistan in. Rejeya dibistanên taybet di salêin 2017-2018'an de derketiye ji sedî 18."    Aydogan, anî ziman ku di salên 2012-2013'an de 885 lîseyên taybet hebûn û hina 3 qat zêde bûn. Aydogan, anî ziman ku di heman serdemê de hêjmara xwendekarên ku diçin dibistanên taybet 25 qat zêde bûye û ji 4 hezar û 348 xwendekaran derketye 109 hezar û 113 xwendekaran.      Aydogan, anî ziman ku hêjmara dibistanên Îmam Hatibê ji 730'an derketiye 3 hezar û 286 dibistanên Îmam Hatîbê. Aydogan, da zanin ku di salên 2012-2013'an de 94 hezar û 467 xwendekaran li Dibistanên Îmam Hatibê dixwend, lê niha 723 hezar û 108 xwendekar li Îmam hatibê dixwînin.    Aydogan, herî dawî anî ziman ku MEB'ê 7,7 milyar TL ji perwerdehiyê re veqetandiye û ji vê butçeyê ji sedî 96 ji dibistanên Îmam Hatîbê re veqetandine.