Şaxa ÎHD’a Îzmîrê: Aqûbeta Kenan Bîlgîn û Aydin Esmer pirsîn 2018-09-15 15:15:18 ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û xizmên windakiriyan, di çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” de, aqûbeta Kenan Bîlgen ê di 12’ê Îlona 1994’an dibin çavan de hat winda kirin û Aydin Esmer ê di sala 1993’an li gundê Kizilagaç a Mûşê hat windakirin pirsîn.  Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, di çalaya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” a hefteya 448’an de, aqûbeta Kenan Bîlgen ê di 12’ê Îlona 1994’an dibin çavan de hat winda kirin û Aydin Esmer ê di sala 1993’an li gundê Kizilagaç a Mûşê hat windakirin pirsîn. Çalakî li ber avahiya  Serokwezîr a Konakê hat lidarxistin, Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî, endama Ekolojiyê ya Meclîsa HDP’ê Beyza  Ustun, Meclîsa Dayîkên Aştiyê û ji saziyên civaka sivîl gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê Zafer Încîn daxuyanî da.    ‘EMÊ AQÛBETA HEMÛ WINDAKIRIYAN BIPIRSIN’   Încîn, diyar kir ku li Tirkiyeyê nêzî 800 mirovan hatin windakirin û wiha axivî: “Em aqûbeta hemû windakiriya ji dewlet û hikûmetan bipirsin. Hin winda hatin dîtin. Lê mixabin gorên wan nehatin dîtin. Ji bo di hemû dozan de biryara ceza dayînê bê girtin, emê şopdarê hemû dozan bin. Nêzîkatiya dem borî ne hiqûqiye. Divê tu doz qûrbanê demboriyê neyin kirin.”    Încîn, aqûbeta Kenan Bîlgen ê di 12’ê Îlona 1994’an dibin çavan de hat winda kirin û Aydin Esmer ê di sala 1993’an li gundê Kizilagaç a Mûşê hat windakirin pirsî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Malbata Bîlgîn, ji bo aqûbeta kurê xwe tu agahî bidest nexistin û serî li hemû rêyên hiqûqî dan. Lê tu encam derneket holê û malbatê di 17’ê Cotma 1994’an de, serî li DMME da. Dadgehê Komara Tirkiyeyê mehkûmê dayîna tazmînatê kir. Lê dîsan jî aqûbeta Bîlgîn nehat zanîn. Bavê 7 zarokan Aydin Esmer jî, piştî sala 1993’yan de gundê wan Beyrok ê navçeya Pasûra Amedê ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin, neçar ma ku koçî Mûşê bike. Malbata Esmer a di hiqûqa hûndirîn de tu encam bi dest nexistin, bi rêya parêzerarn serî li DMME dan. Dosye ji aliyê DMME ve hat qebûlkirin. Lê hîna jî biryar nehatiye dayîn.”   Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.