Dayikên Şemiyê dîsan hatin astengkirin 2018-09-15 13:32:59   STENBOL - Dayikên Şemiyê yên xwestin ji bo xizmên xwe yên windakirî li Qada Galatasarayê daxuyanî bidin, ji aliyê polîsan ve dîsa hatin astengkirin. Malbatan ji ber astengiyan  li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) daxuyanî dan.    Dayikên Şemiyê yên 699 caran li Qada Galatasarayê aqûbeta xizmên xwe yên windakirî her rojên Şemiyê pirsîn, di çalakiya hefteya 700’emîn de rastî astengiyan hatibûn. Xizmên windayan ên 3 hefte nin destûr nayê dayîn ku li Qada Galatasarayê çalakiya xwe pêk bînin, di hefteya 703’emîn de bi daxwaza edaletê li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê kom bûn û xwestin heya Qada Galatasarayê bimeşin. Lê Dayîkên Şemiyê dîsa hatin astengkirin.      Polîsên ketin û derketina Kolana Çukur Çeşme ya ÎHD li wir bû girtin, destûr nedain girse biçe Qada Galatasarayê. Polîsan gefa dê mûdaxileyê wan bikin, li girseyê xwarin. Girseya ku nekarî bikeve Qada Galatasarayê li ber ÎHD’ê daxuyanî da.    Xwişka Hasan Ocak ê bû qûrbanê faîlên kiryarên ne diyar Masîde Ocak,  daxuyanî da  û aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di 13’ê Îlona 1980’an dibin çavan de hat windakirin pirsî.    ‘QEDEXEYEK KEYFÎ PÊK TÎNIN’   Ocak, diyar kir ku ew ê tu carî dest ji lêgerîna windakiriyê xwe bernedin û wiha axivî: “Ji ber qedexeya bi zanebûn û polîtîk a qeymeqamtiyê ev 4 heftene destûr nayê dayîn em li Galatasarayê çalakiya xwe pêk bînin. Emê tu carî van qedexeyan nas nekin.”   Ocak, bal kişand ser aqûbeta Cemîl Kirbayir û wiha got: “Berê jî me dosyeya Cemîl Kirbayir a bi bêcezatiyê bi encam bû ji raya giştî re parve kiribû. Xwendekarê Enstîtûya Perwerda Qersê Kirbayir, piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’an di 13’ê Îlona 1980’an de li gundê Okçu ya navçeya Gole ya Erdexanê di mala xwe de hat binçavkirin. Kirbayir ê anîn Mala Binçavkirina Leşkerî ya Qersê, gelek kesan şahidî kiribû ku rastî îşkenceyek giran hatiye û ji ber îşkenceyê ketibû komayê. Lê ji malbatê re hatibû gotin ku ‘firar kiriye. Carek din pirsa wî  ji me nekin.’ Di sala 2011’an de, bi fermana Serokwezîrê wê demê Erdogan Komîsyona Mafê Mirovan TBMM’ê raporek amade kir. Di raporê de hatibû diyar kirin ku Cemîl Kirbayir dibin çavan de bi îşkenceyê hatiye kuştin û cenazeyê wî jî ji ber tiştekê ku nayê zanîn hatiye winda kirin. Li ser vê yekê serlêdana sûc ji bo Serdozgeriya Komarê ya Qersê hatin kirin. Lê ligel ku bi ser serlêdana sûc re 7 sal derbas bûn jî, rayedaran tu doz venekirin.”   ‘LÊGERÎNA DAYIKA BERFO EMÊ BERDEWAM BIKIN’   Ocak, da zanîn ku malbat Kirbayir a di hiqûqa hûndirîn de tu encam bi dest nexist, bi navbeynkariya parêzerên ÎHD’ê serî li DMME da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê Qeymeqamtiya Beyoglu demildest dest ji biryara qexeya xwe ya bêhiqûq berde. Emê tu carî dest ji vê têkoşîna xwe berndin. Emê lêgerîna dayîka Berfo berdewam bikin. Em dest ji Qada Galatasarayê ya cihê hevdîtina windakiriyên me ne, berdendin.”