Jinên Amedî ji niha de Babaqenûç ji bo zivistanê amade dikin 2018-09-15 10:10:56 AMED - Jinên Amedî ku jiyana wan di nava betonê de asê maye, li gel şertên dijwar dîsa çanda hezaran salan ya babaqenûçê diparêzin. Jin bi ked û afirîneriyek mezin balîcanan li ser kuçikan dipijînin û dihêlin demsala zivistanê.  Jinên Amedî ku her yek ji gundekî û warekî koç bûne û hatine li Amedê bi cih bûne, li dijî jiyana bajar a di nava petonê de li ber xwe didin û çanda gund a hezar salan diparêzin. Jinên ku li gel xwe sembola jiyana komînal tenûr anîn bajar û li vir vê çandê nemir dikin, li aliyê din çanden din jî diparêzin. Jinên Amedî ku jiyana wan di nava betonê de hatiye hepiskirin, bi destpêka demsala zivistanê re, bi derkeftên kêm, kedek mezin û afirîneriyek xurt balîcanan li ser kuçikan dipijînin û Babaqenûçê çê dikin û dihêlin demsala zivistanê. Jinên ji bazarê balîcanan digirin û li Kolana Gazîler tên cem hev, li ser agirê êzingan balîcanan dibirêjin. Jinên ku li park û zeviyan vê çandê diparêzin agahî dan JINNEWS'ê.    Yek ji jinên Amedî Havva Alîcan diyar kir ku xwarina Babaqenûç ji bo wan xwarinek girîng e û wiha got: “Em sebzeyên ku zivistanê nayê dîtin, niha dikirin. Dema em balîcanan dikirin yên baş hildibijêrin. Reng û teşeyê wan tehma wan nîşan dide. Divê reş û mezin bin.”    Yek ji jinên Amedî Zehra Kiliç jî diyar kir ku bi balîcanên ser agir xwarinên cuda çê dikin û wiha got: “Balîcanên ser agir pir baş in. Em borek û lehmecunan jî çê dikin. Bi mast û sîrê jî gelek xweş e.” Elîf Agahatun jî da zanîn ku balîcanên li firinên taxê tên pijirandin tehmek xweş nadin û wiha got: “Ji ber em di sîteyê de rûdinin, kes nahêle em agir pêxin. Bajar veguherîne betonê, çanda kolanê tune kirine. Ji ber ewlehiya sîteyê nahêle em li wir çêkin em jî diçin li kolanê çê dikin.”