Parêzerên hatin berdan serê sibê ji girtîgehê derxistin 2018-09-15 10:05:52   STENBOL - 17 parêzer û endamên HHB û ÇHD’ê yên duh hatin berdan di saetên serê sibê de ji girtîgehê hatin darxistin.    Yemekîn danişîna doza darizandina 17’ê girtî 20 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a bi KHK’ê hat girtin û Buroya Hiqûqî ya Gel (HHB) li 37’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoya Stenbolê di roja 5'yemîn de hat dîtin û biryara berdana parêzeran hat dayîn.  Piştî biryara berdanê malbat û hempîşeyên parezaran ji bo hevalên xwe pêşwazî bikin çûn ber girtîgehên Sîlîvrî û Bakirkoyê.    Parêzerên jinên girtî yên li Girtîgeha Bakirkoyê şevê din saet 03.00’yan hatin berdan. Parêzerên zilam ên di Girtîgeha Sîlîvrî de jî îro saet 07.00’an hatin berdan. Malbat û hempîşeyên parêzeran hevalên xwe pêşwazî kirin.