Aydin Budak: Li dijî tecrîtê divê Kurd bibin yek 2018-09-15 09:48:16   AMED -  Aydin Budak, diyar kir ku îro dewlet di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, polîtîkayên tecrîtê li ser Kurdan birêve dibe û got: “Heya ku tecrît bi dawî nebe, dê gelê Kurd bi komkujiyên mezintir re rû bi rû were û divê Kurd  li dijî tecrîtê bibin yek.”   Ji 11’ê Îlona 2016’an ve, agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê de tê girtin, tuneye. Ev 2 salin agahî ji rêberê PKK’ê nayê girtin û ev dibe sedem ku dinava Kurdan û raya giştî de fikar û guman zêdetir bibin. Siyasetmedarê Kurd Aydin Budak ê gava Serokê Şaredariya Navçeya Cizîrê bû di çarçoveyê “Operasyonên KCK’ê” de hat girtin û berdan, tecrîta li ser Ocalan û bondara wê ya li ser gelê Kurd, raya giştî û pêvajoya heyî nirxand.    ‘BÊDENGIYA MIRINÊ’   Budak, diyar kir ku her roja derbas dibe tecerîta li ser Ocalan kûrtir dibe û wiha axivî: “Ligel vê yekê jî bedengiyek mezin heye  û ev mijara rexnê ye. Ev tablo ji bo gelê Kurd tê wateya ‘bêdengiya mirinê.’ A rastî di şexsê Ocalan de, hemû gelê Kurd hatiye  tecrîtkirin. Pêşengê tecrîtê Erdogan bixwe û ew jî bi serê xwe nîne. Bahçelî jî girtiye gel xwe û tecrîtê li dijî hemû gelê Kurd ên cîhanê pêk tîne. Herî dawî me ev yek li Efrînê dît û di referanduma  serbixwetiya li Başûrê Kurdistanê de jî me dît. Divê li dijî polîtîkayên tecrîtê Kurd bibin yek û ev mijarek girînge. Ger Kurd li dijî tecrîtê nebin yek, dê rastî komkujiyên hîn mezintir bên û talûkeya vê yek li ber çavane.”    ‘DIVÊ HEMÛ KES TIŞTEKÊ BIKE’   Budak, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Duh Ocalan ev şer rawestand. Îro jî yê vî şerî rawestîne Ocalan e. Divê Kurd demildest vê bêdengiya xwe ji holê rabikin. Berî 2015’an bi deh hezaran hem dihatin gel hev. Hevalên me yên duh di rêveberiyên navçeyan û komîsyonên taxan de cih digirtin, îro ne dinava me dene. Hevalên me yên, em heya duh jî li kêleka hevbûn,  ger îro bên gel me cih bigirin, emê karibin bi hevre vê tecrît bişkînin. Werin em êdî dev ji gilî û gazincan berdin û em hemû tişta dikeve ser milê me bikin. Ger em wisan nekin, emê çawan heqê kesên di vê tekoşînê de canê xwe feda kirin bidinê? Ji ber vê demildest divê em ji vê mirina bêdengiyê xwe rizgar bikin.”   'DIVÊ EM LI DIJÎ TÊGÎNÊN HEYÎ HIŞYARBIN'   Aydin Budak, destnîşan kir ku polîtîkayên hikûmetê yên tecrît û “Dijminantiya Kurdan” şaşiyek mezine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilatdarî hewl dide, polîtîkayên xwe li ser medya civakî veşêre û ser bigire. Medya teslîm bûye û hewl dide baweriya gelên Tirkiyeyê bi têgînên hatine avakirin bîne. Di vê mijarê de divê em hişyar bin û gun nedin medya serdest.”