Warên dîrokî yên Semsurê wêran dibin 2018-09-15 09:45:30 SEMSÛR - Pira Cendere û Tumulusa Karakuş a navçeya Kolikê ya  Semsurê ji ber nayên parastin, wêran dibe. Dînamîtên di înşaeta HES'ê de diteqînin warên dîrokî wêran û talan dike.  Bajarê Semsûrê bi şûnwarên xwe yên dîrokî yên Çiyayê Nemrût, Bajarên Antîk ên Perre, Keleha Kolikê, Girê Karakuş a Şaristaniya Kommagen tê nasîn. Semsûr ku bi nêzî 300 warên dîrokî û çandî dîroka şaristanan ronî dike dişibe Muzeya vekirî. Şûnwarên dîrokî û çandî yên şopa mirovahiyê ronî dike yek bi yek wêran û talan dibin. Tumulusa Karakuş (Beriya Zayînê sedsala yekemîn) ya li navçeya Kolikê ye, abîdeyek aydê malbata Qraliya Kommagene ye. Li ser stûna li alî Başûr dikeve qertel, li ser stunê li alî rojhilat fîgurê şêr û ga û li ser sturên rojava jî fîgura Qral Mîthrîdates ê duyemîn bi xwişka xwe Laodîke re destên hev girtine heye.   HES ZERARÊ DIDE DÎROKÊ    Tevî ku li alî Rojhilat, Rojava û Başur her yekê çar stun hatiye çêkirin jî îro tenê 4 stûn mane. Ji van du heb li alî rojhilat û yek jî li rojava maye. Di 2014’an de li ser çemê Kolikê HES tê çêkirin û ji ber teqîna dînamîtan zirarek mezin dîtiye. Li ser çemê Kolikê tevî hemû bertekan HES tê çêkirin û vê jî çem aniye asta ziwabûnê. Piştî projeya çêkirina HES’ê hat destpêkirin şûnde li qadê Heyeta Dadgeha Îdarî, rayedarên midûriyeta wezareta bajarvanî û derdorê, endezyarên zanîngeha Çukurovayê, zanîngeha Mersînê û ya Semsurê, endezyarên zîratê, endezyarên derdor û jeolojiyê li herêmê lêkolîn kirin û rapora ‘nikare hes bê avakirin’ amade kirin û pêşkêşî dadgeha îdarî ya herêmî a Semsurê kirin. Doza wê hîna didome.   Ji salên 1800’î heta niha li ser piyan e   Yek ji warên dîrokî ya bi heybeta xwe balê dikşîne Pira Cendereyê ye. Ji salên 1800’î heta niha li ser piya ye. Pir li ser çemê Cendere cih digire û ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin tê. Pira dîrokê di asta yekem de qada sît e û ji ber cihê seyranê ye bûye wek sergo. Yên li vir seyranê dikin, derdorê qirêj dikin. Ji ber bêhestiyariya welatî û şaredariyê qad teslîmî çopê bûye.