Midûrê Perwerdehiya yê Lîcê: An ji Egîtîm Sen'ê îstîfa bikin an jî... 2018-09-15 09:05:18 AMED - Sekreterê 1'emîn Şaxa Egîtim Sen'ê ya Amedê Halîs Kizilirmak, diyar kir ku Midûrê Perwerdehiyê yê Navçeya Lîcê, zorê li endamê wan dikin û dibêje 'Ji bo hûn peywira xwe ya îdareya dibistanê berdewam bikin divê hûn ji sendîkaya Egîtîm Sen'ê îstîfa bikin.  Sekreterê 1'emîn Şaxa Egîtim Sen'ê ya Amedê Halîs Kizilirmak, diyar kir ku di serdema nû ya hîndekarî û perwerdehiyê de zextên li ser endamê wan û sendîkayê zêde bûne. Kizilirmak, anî ziman ku Midûrê Perwerdehiyê yê Navçeya Lîcê, zorê li endamê wan dikin û dibêje 'Ji bo hûn peywira xwe ya îdareya dibistanê berdewam bikin divê hûn ji sendîkayê îstîfa bikin." û gefan li endamên wan dixwe. Kizilirmak, anî ziman ku midûr şertê ku ji Egîtîm Sen'ê îstîfa bike tîne pêşiya endamê wan û wiha got: "Piştî serdema nû ya perwerde û hîndekariyê dest pê kir, li hemû dibistanan midûr û cîgîrên midûran hatin tayînkirin. Li gorî puanan, hin mamoste ji aliyê navendê ve hatin tayînkirin. Li cihê ku mamoste tercîh nakin valahî çê dibin. Niha mamosteyan dişînin cihê vala. Lê ev yek li gorî puan û objektif pêk nayê. Sala par lîsteya mamosteyên ku bên tayîn ji aliyê Eğitim Bir - Senê ve hatibû amadekirin."     Kizilirmak, da zanîn ku Midûriyeta Perwerdehiyê îsal jî şertê ku ji Egîtîm Senê îstîfa bike tîne pêşiya mamosteyan. Kizilirmak, anî ziman ku ev rewş li navçeya Lîcê pir aşkere zêde bûye û wiha got: "Em wekî Egîtîm Sen'ê herî zêde lie Lîcê bi rêxistin in. Ji sedî 90 mamoste endamên me ne. Lê niha dixwazin rê li pêş me bigirin. Endamên me yên di rêveberiya îdareyê de cih digirin erka wan betal dikin. Midûrê navçeyê ji 8 hevalên me yên endamê sendîkayê re gotiye 'An hûn dê îstîfa bikin an jî en dê erka we ya rêveberiya dibistanê betal bikin.' Endamekî me yê îstîfa kir erka wî ya dibistanê dirêj kirin. Lê 7 hevalê me yên îstifa nekirin hêj erka wan nedaye wan. Divê di nava 15 rojan de erka wan bidin wan, lê hêj nedaye wan.      MA / Lezgîn Akdenîz